Li Taywanê bi Hezaran Kes jibo Hilbijartinan li Kolan In

Bi deh hezaran Taywanî rojek berî hilbijartinên seroktî û parlamentoyê daketin kolnan, di vê demê de ku Çîn hişyarî dide ku ewê her gavekê serxwebûna Taywanê têk bibe.

Taywan, giravek e ku Çîn wek axa dibîne û serwerîya wê idîa dike. Lê Taywan dibêje ku ew welatekî serbixwe ye û di kiryarên xwe de serbest e.

Li Taywanê, Partîya Demokrat ya Pêşverû (DPP) desthilatdar e, ku berevanîya serxwebûna Taywanê dike û serwerîya Çînê red dike.

DPP bi cîgirê serokê niha Lai Ching-te re dikeve hilbijartinan da ku desthilatdarîyê bo cara sêyê bi dest bixe.

Çîn hilbijartina Taywanê wek bijareya di navbera "aştî û şer" de û DPP’ê jî mîna cudaxwazên xeter bi nav dike. Pekîn ji Taywanîyan xwestîye ku di hilbijartinan de bijareya rast bikin.

DPP ev gotarên Çînê bi tundî rexne dike û dibêje ku tenê gelê Taywanê dikare biryara siberoja xwe bide.

Bo hilbijartinên sibe Şemîyê, Çînê gelek caran dijberîya xwe ya ser Lai dîyar kirîye û bangên wî yên jibo danûstandinan red dike.

Berdevkê wezareta berevanîyê ya Çînê, îro ragihandinên ku artêşa Taywanê firokeyên xwe yên F-16 nûjen dike û ji Amerîka pirtir firokeyên şer dikire, nirxand.

Berdevk Zhang Xiaogang got ku tevî kirîna çekên Amerîkî jî, DPP nikare meyla yekbûna tam ya bi welatê dayikê asteng bike.

Wî herwiha ragihand ku artêşa Çînê wê hemî tedbîrên pêwîst bigire da ku bi biryardarî her rengê planên cudaxwaz yên ser serxwebûna Taywanê pûç bike.

Berbijarê DPP, bo seroktîya Taywanê bi du hevrikan re pêşbazîyê dike. Lê, şîrovekar balê dikşînin ku di hilbijartinên sibe de kî bi ser bikeve jî, wê Çîn di siberoja giravê de wek aktorekî girîng bimîne.

Jêder: Reuters