Li Stenbolê bi Merasîmek Girseyî Zîya Ekîncî Oxirî Amedê Hat Kirin

Merasîma Oxirkirina Tariq Ziya Ekîncî li Stenbol

Sîyasetmedar û nivîskarê Kurd Tarik Zîya Ekîncî doh di 99 salîyên xwe de li Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Îro roja Şemîy li Uskîdarê Mizgefta Şakîrîn nivêja cenazeya wî hate kirin.

Tarik Zîya Ekîncî di di sala 1925’an de li Amedî ji dayîk bû. Ekinci rewşebîrekî giring bû ku di sala 1955’an vir de di nav sîyasetê de ye.

Ewî di damezirandina Partîya Karkerên Tirkîyê (TÎP) de cî girtbû, di sala 1965’an de jî ji Amedê bû parlementerê TÎP’ê. Wî di jiyana xwe de gelek pirtûk nivîsandin

Di merasîma oxirkirina cenazeyê wî de li Stenbol gelek kes beşdarî merasîma Tarik Ziya Ekîncî bûn. Di nav wan de Zanyar Dr. Îsmaîl Beşîkçî, Hevseroka Berê ya HDP’e Pervîn Bûldan, Hevseroka Berê ya Şaredarîya Bajarê Amedê Gulten Kişanak, Wezîrê Berê Hîkmet Çetin, Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û gelek heval û hezkirrîyên wî yên din beşdar bûn.

Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu derbarî wî de got "Tarik Zîya Ekîncî hefizaya sedsala dawî ye. Ewî him zane û him jî kesekî wêrek bû. Di tevahî jiyana xwe de jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd û serkeftina demokrasîyê xebat kir. Ez di zarokatîya xwe de hata niha jî bandora wî li ser xwe hîs dikim."

Îbrahîm Gurbuz Damezirînerê Waqfa Îsmaîl Beşîkçî ew jî di merasîmê de amadebû û axiftinek kir û got "Gelek dûr û dirêje ez Tariq Ziya Ekîncî nas dikim, ew roşenbîrekî gelek hêja bû, dîrokzan bû, siyasetmedar bû, wî b ixebata çsosyalîzm û çepgiriyê destpêkr li hertim di xebata wî de Kurd û Kurdistan hebûn."

Piştî nivêja cenazeyê dost û hevalên wî li ser milên xwe cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî danin ser erebê û bi çepikan oxirî Amedê kirin.

Tê çaverê kirin ku sibê roja Yekşemê ewê li Amedî bi merasimeke girseyî de were binaxkirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Merasîma Oxirkirina Kesayetiyê Kurd yê Navdar Ziya Ekîncî li Stenbo