Parlementerê Partîya Gel ya Komarî (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu îro Çarşemê “Raporta Hezîrana 2022’an ya ser Binpêkirinên Mafên Mirovan yên li Tirkîyê ” bi preskonferanseke bi raya giştî re parve kir. weşand.
Sezgîn Tanrikulu yê ku Cîgirê Serokê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan ya Parlementoya Tirkîyê jî ye dîyar kir ku di meha Hezîranê de mafê jiyanê yê 231 kesan hatiye binpê kirin.
Li gor raporta Tanrikulu, di qada binpêkirinên mafê jiyanê de, 187 karkeran jîyanên xwe ji dest dane, 32 jîn jî hatine kuştin û herwiha 5 kesan jî li zindanan jîyanên xwe ji dest dane.
Di vê raportê de hevdem tê dîyar kirin ku di mehekê de 792 bûyerên êşkencêkirinê pêk hatine û ji van 51 bûyer li zindanan de qewimîne û 39 kesên bûne armanca êşkenceyê zarok in.
Tanrikulu destnîşan kir ku binpêkirinên mafan yên hemberî civîn, meş û xwepêşandanan di meha Hezîranê de jî kêm nebûne.
“Di meha Hezîranê de dijî 71 meş û çalakîyan destwerdan hatiye kirin, derbarê 783 kesan de tedbîrên dadmendî û revebirî hatine kirin,ku 35 ji wan zarok bûn. Di dozên ku hatin vekirin de 10 kes jiber meş, civîn û xwepêşandanan hatine ceza kirin,” Tanrıkulu got.
Tanrikulu hevdem di raportê de cîh daye rewşa rojnamevanan û azadîya ragihandin û ramanê jî.
“Di meha Hezîranê de 26 rojnamevan hatin desteser kirin û 16 rojnamevan hatin girtin, 4 rojnamevan hatin cezakirin, rojnamevanekî jî bû armanca êrîşê.”
Wî da zanîn ku 292 nûçeyên înternetê hatine asteng kirin, Civata Bilind ya Radyo û Televîzyonê ya Tirkîyê ( RTUK) 5 caran ceza li kanalan birîye û biryara komkirina 11 pirtûkan hatiye dayîn.
Tanrikulu partîya serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jiber binpekirinan berpirse.
"AKP 20 sal berê bi îdîaya bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan hat. Lê ew îro di zilm û binpêkirina mafên mirovan de ber bi rêza yekê ve diçe,” Tanrıkulu got.
Hûn dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn gohdar bikin.
Your browser doesn’t support HTML5