Serokê rûmetê yê Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) yê Tirkîyê Taner Kilic, ku bi îdaya “endambûna rêxistineke terorîst” dihat dadgeh kirin, îro hate berdan.
“Piştî pêdaçûna ser rewşa Taner Kilic, biryar hate dayîn ku ew were berdan,” Dadgeha Cezayê Giran ya 35’an ya Stenbolê îro ragihand.
Sekreterê Giştî yê Lêxweşbûna Navnetewî Amnesty, Kumi Naidoo dilgeşîya xwe dîyar kir û got ku piştî 14 mehan, azadkirina wî nûçeyeke pir baş e.
“Em bi vê nûçeyê gelek dilgeş in. Heta em giheştin vê rojê, me kempeyneke ji saleke dirêjtir bi rê ve bir. Lê tiştl girîng ew e ku Taner wê azad be. Em çaverê ne ku Taner bigiheje hevjîn û qîzên wî.”