Talîban Dijî Gefên DAIŞ'ê Soza Xebata bi Rûsya, Çîn û Îranê re Dide

Konferansa navneteweyî ya li ser Afganistanê li Moskowê

Li Moskowê roja Çarşemê ji hêla Rûsyayê ve li ser rewşa ewlekarîya Afganistanê civîneke navnetewî hate kirin.

Di civînê de Talibanê qabûl kiriye ku jibo ewlekarîya herêmê bi Rûsya, Çîn û Îranê re bixebite.

Civîn piştî ku Kremlînê hişyar kir ku li Afganistanê piştî Talîbanê deshilatdarî bi dest xist, gefên Dewleta Îslamî (DAIŞ) û qaçaxçitîya narkotîk derketiye holê, hat darxistin.

Di daxuyanîya hevpar ya piştî civînê de welatên beşdarî civîna Moskowê bûn, dîyar kirin ku wan fikarên xwe yên ser zêdebûna çalakîyên komên terorîst anîne ziman.

Hewdem, welatan destnîşan kirin ku wan dilxwazîya xwe ya pêşvebirina ewlehîya Afganistanê bo aramîya herêmê dubare kirine.

Di civînê de şandeya Talîbanê û 10 welatên beşdervan bo Afganîyan banga alîkarîya lezgîn ya mirovahî kirin.

Her wiha wan gotin ku welatên ku hêzên xwe ji Afganistanê vekişandine divê jinûve avakirina welêt, fînanse bikin.

Nûnerên Talîbanê berîya danûstandinên li Moskowê bi karbidestên Yekîtîya Ewrupa(YE) û Amerîka re civiyabûn û her wiha serdana Tirkîyê kiribûn da ku hikûmeta wan were nas kirin û alîkarîya fermî ji civaka navneteweyî peyda bikin.

Şandeya Talîbanê ya bi seroktîya Cîgirê Serokwezîr Abdul Selam Hanefî, careke din jibo naskirina hikûmeta Talîbanê bang kir.

Hanefî got ku "tecrîda Afganistanê ne di berjewendîya ti alîyan de ye. Ev di paşerojê de hate piştrast kirin. "

Nûnerê Kremlînê yê bol Afganistanê Zamîr Kabulov got ku naskirina fermî dê tenê dema ku Talîban hêviyên ser mafên mirovan û rêvebirîyeke beşdarvan bicîh bîne, pêk were.


Di daxuyanîya hevpar de welatan fîkarên xwe yên ser vê yekê dubare kirin û ji Talîbanê xwestin ku "polîtîkayên navxweyî û derveyî yên nerm û saxlem bimeşîne."

Her wiha, ser siyaseta navxweyî, wan bang li Talîbanê kirin ku "rêzê ji mafên komênetnîkî, jin û zarokan" re bigire.