Brîtanya, Amerîka û welatên din îro Duşemê bi daxuyanîyeke hevpar dîyar kirin ku Talîban dê destûrê bide tevahîya hemwelatîyên biyanî ji Afganistanê derkevin.
Hevdem, hat ragihandin ku Talîban dê destûrê bide hemwelatîyên Afganî jî yên ku ji welatekî din xwedî belgeyên rêwîtiyê bin, Afganistanê biterikînin.
"Me ji Talîbanê garantî wergirt ku tevahîya hemwelatîyên biyanî û her hemwelatîyek Afganî ji welatekên me xwedî belgeyên rêwîtiyê dê werin hiştin ku bi rengekî ewledar û rêkûpêk biçin xalên derketinê û derkevin derveyî welat, "daxuyanîyê got.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku welatên weke Australya, Japonya, Fransa, Îspanya û gelek welatên din jî, ewê jibo Afganîyên destnîşankirî dayîna belgeyên rêwîtiyê bidomînin.
Vê jî bixwîne: Dijî Kabulê Êrîşên Roketî Hene Û Dîplomatên Amerîkî Vedikişin Vê jî bixwîne: Biden Û Xanima Yekê di Merasîma Rêzgirtina Termên Leşkeran de Vê jî bixwîne: Drona Amerîkî li Kabul li Otombîla Bombekirî Ya Xwekujiyê Dixe Vê jî bixwîne: Talîban di Demek Nêz de Dê Hikûmeta Nû Ragihîne Vê jî bixwîne: Amerîka Dest Bi Vekişîna Hêzên Xwe Ji Kabulê Dike