Danûstandkarên Ewrupî ser Dewra Duyê ya Von der Leyen li Hev Dikin

Seroka Komisyona Ewrupî Ursula von der Leyen.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Sêşemê ji zarê jêderên dîplomatîk ragihand ku komên sîyasî yên Ewrupî ser erkên payabilind li hev kirine û Ursula von der Leyen cara duyê jibo seroktîya Komîsyona Ewrupayê hatiye hilbijartin.

Jêderên dîplomatîk dîyar dikin komên sîyasî yên li navendê paketa ku Serokwezîrê berê yê Portugalê Antonio Costa wek Serokê Konseya Ewrupa û Serokwezîra Estonya Kaja Kallas jî wek berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) dibîne, pejirand.

Ew lihevkirina ku berê ji alîyê rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung ya Alman û ajansa nûçeyan ya dpa ve hatibû ragihandin, bi danûstandkarên sîyasî yên navenda rastê, navenda çep û Ewrupaya lîberal ve hat kirin.

Çaverê bû ku Von der Leyen, Costa û Kallas werin ser erkên payabilind, lê rêberên neteweyî yên YE’ê hefteya borî dema li hev kom bûn, li ser wan navan li hev nekirin.

Rêberên Ewrupî wê roja Pêncşem û Înê li Brukselê bicivin û çaverê ye di wan civînan de lihevkirina ser Von der Leyen, Costa û Kallas were pejirandin.

Lê Von der Leyen jibo dewra duyê hewcedara piştgirîya Parlamana Ewrupa ye.

Dîplomat dibêjin ku divê Von der Leyen ji bilî sê komên ku bi awayekî fermî piştgirî didin wê desteka parlamanterên din jî bistîne.

Jêder: Reuters