Talîban Ferman Dide Rêxistinên Sivîl ku Xebata Karmendên Jin Qedexe Bikin

Jineke Afgan û keçek di kolanekê de li Kabul, Afganistan dimeşin, 9 Mijdar, 2022.

Hikûmeta Talîbanê ya Afganîstanê îro Şemîyê, bi nameyeke ferman şand tevahîya rêxistinên sivîl yên xwecihî û biyanî ku çûyîna karmendên jin ya kar rawestînin, biryara dawî ya binpêkirina maf û azadîyên jinan.

Berdevikê wezareta aborîyê Ebdulrehman Hebîb fermana ku bi nameyê ji rexistinan re hatiye ragihandin piştrast kir.

Di nameya qedekirinê de tê gotin ku xebata karmendên jin heta fermanek din hatiye rawestandin, jiber ku hin jinan pabendî pîvanên rêvebirîyê (Hikûmeta Talîbanê ) yên cil û bergên îslamî yên jinan nebûne.

Ramîz Alakbarov, cîgirê nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Afganistanê û kordînatorê mirovahî ser fermana Talîbanê xêmdarîya ye anî ziman.

Alakbarov got ku ev jiber ragihandinên ser wê nameyê "pir dilgiran e" û ev yek "binpêkirina eşkere ya prensîbên mirovahî ye".

Heya niha dîyar nebûye ku ferman wê çawa bandorê li ajansên NY bike, yên ku li Afganîstanê gelek karmendên wan yên jin hene û di nav qeyrana mirovahî ya welat de xizmetên mirovahî pêşkêş dikin.

Ofîsa Xizmetên Mirovî ya NY got ku wê hewl bide ku bi seroktîya Talîban re bicive da ku " fermana hatiye ragihandin, zelal û fêhm bike ".

Dîplomatê Norwêcê Paul Klouman Bekken fermana Talîbanê ji ser Twiiter’ê şermezar kir, yê ku alîkarîya li Afganîstanê fînanse dike û sala borî bo gotûbêjên di navbera Talîban û endamên civaka sivîl de mazûvanî kiribû.

Norwêcê Paul Klouman Bekken fermana Talîbanê wek derbeyek li mafên jinan bi nav kir û got ku "divê demûdest qedexeya li ser xebatkarên jin yên di sazîyên sivîl de were rakirin".

Bekken bi berdewamî hişyarî da ku ev gaveke ku wê krîza mirovî ya li Afganistanê girantir bike.
"Ev pêngav wê krîza mirovî girantir bike û zararê bide Afganîyên herî mexdûr."

Dema ku ji karbidestê Talîbanê hat pirsîn ku gelo ev fermana bo ajansên NY jî were bi kar anîn yan na, Hebîb got ku ferman ser rêxistinên mirovahî di bin hevrêzkirina Afganîstanê bi bandr e, ku bi navê ACBAR tê zanîn.

NY xizmetên xwe di bin kontrola ACBAR nameşîne, lê zêdetirî 180 rêxistinên sivîl yên xwecehî û navneteweyî di bin hevrêzîya wê de dixebitin.

Lê, hejayê balkişandinê ye ku NY gelek caran bi rêxistinên sivîl yên ku li Afganîstanê qeydkirî ne re peymanan dike da ku xebata xwe ya mirovahî bimeşîne.

Rêxistinên alîkarîyê dibêjin ku hebûna karmendên jin pir girîng e da ku jin karibin bigehîjin alîkarîyan.