Qesira Sipî: Kiryarên Talîbanê Rêwabûna Navneteweyî Nade Wê

Qesira Sipî ragihand ku kiryarên dawî yên Talîbanê dê rêwabûna navneteweyî nede wê rêxistinê.

Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki roja Înê ser kiryarên dawî yên Talîbanê axifî.

‘’Li gor nêrîna me, ger Talîban îdia dike ku ew rêwabûna navneteweyî dixwaze, ew kiryarên wan dê rêwabûna ew lêdigerin nede wan.’’ Psaki got.

Psaki da zanîn ku Talîban dikare enerjîyeke bi qasî ya bo kiryarên leşkerî xerc bide peyvajoya aştîyê.

Çekdarên Talîbanê roja Înê Dawa Xan Menapal, berpirsê herî payebilind yê medyaya dewleta Afganistanê li Kabulê kuştibû.

Menapal berpirsê Navenda Ragihandin û Agahdarîyê ya hikûmeta Afganî bû.