Serokwezîrê Talîbanê di axivtina xwe ya yekem da got ku hewildan têne kirin bo berfirehkirina navendên perwerdehiyê bo jinan.
Axiftina nîv katjimêrî roja Şemiyê li ser medyaya dewletê hate belav kirin, ya yekem bû ji alîyê Mela Mihemed Hesen Akhund ve piştî Talîbanê sê meh berê Kabul girtî û desthilatdariya xwe li ser welatî qahîm kirî.
Akhund got ku perwerdehiya ji bo jinan li Afganîstanê "berdewam" e û destnîşan kir ku Talîban dibe ku dibistanên bo perwerdehîya jinan zêde bike li gor rênmayên Îslamî.
Talîbanê wekî ku di dema desthilatdariya xwe ya berê de di dawiya salên 1990an de kirî bi tevahî jin ji nav jîyana giştî qedexe nekirine.
Lê wan ferman daye piraniya karmendên jin yên hikûmetê ku nehên ser kar û herçend destûr dabe keçên biçûk lê nehêlane keçên mezin yên lîseyê vegerin dibistanê.
Axund got: "Em li gorî derfetên xwe hewl didin pirsgirêkên xelkî çareser bikin. Em li her beşê zêde dixebitin."
Desthilatdariya Talîban bû sedema rawestandina harîkariya navnetewî bo hukûmetê û asteng kirina bi mîlyar dolar samanên Afganî yên li derveyî welatî, ku aboriya jixwe hilweşiyayî xirabtir kirîye.