Talîban Salonên Rindikîyê yên Jinan Qedexe Dike

Talîban îro ragihand ku salonên rindikîyê li seranser Afganistanê wê werihn girtin.

Berdevkê Wezareta Ehlaq û Fazîletê Mihemed Sidiq Akîf Mahajar biryara ser girtina salonên rindikbûnê piştrast kir, lê hûrgilî neda.

Mahajar dîyar kir ku nameya ser girtina salonên bedewelengîyê, ku li ser medyaya civakî hatiye weşandin, rast e.

Li gor nameyê, ku di 24’ê Hezîranê de hatiye weşandin, rêberê Talîbanê Hîbetulah Ahundzade ferman daye ku salonên çelengîyê werin girtin.

Di nameyê de ji salonan tê xwestin ku heta mehekê karên xwe rawestînin û ser girtinê raporekî bidin, lê sedema biryara ser girtina salonan nayê gotin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Sêşemê ragihand ku ew jibo biryara ser girtina salonên rindikîyê karbidestên Afgan re ketiye peywendîyê.

Mîsyona NY’ê yê li Afganistan, UNAMA ji Twitterê bang li Talîbanê kir ku biryarê bissekinîne.

Jêder: AP