Taywan: Firoke Û Keştiyên Çînî Rahênanan Dom Dikin

Balafir û keştiyên şerî yên Çînê roja Şemiyê rahênana êrîşekî li ser Taywanê ceribandin, karbidestên giravê gotin, wek tolhildana serdana Seroka Ciwata Nûneran ya Amerîkî Nancy Pelosi bo vê derê. Çînê herwiha danûstandinên li ser ewlehî û mijarên din digel Amerîkayê rawestandin.

Serdana kurt ya neragihandî ya Pelosi di vê hefteyê da ji bo girava xweser ya ku Çîn wek ya xwe îdîayê ser dike, hêrsa Pekînê vekir û bû sedema rahênanên leşkerî yên nedîtî ku mûşekên balîstîk li ser paytext, Taipei hatine havêtin.

Rahênanên Çînî -- ku navenda wan li şeş cihan li dora giravê ye -- biryar e ku heta nîvroya Yekşemê bidome.

Wezareta berevaniyê ya Taywanê got ku gelek keştî û firokeyên Çînî armancên xwe li Tengava Taywanê pêk tînin, û hinekan jî xeta navîn derbas kirine, ku herêma nefermî ye u her du aliyan ji hev vediqetîne.

Keştiyên şer û firokeyên Çînî roja Şemiyê piştî nîvro li ser xeta navîn ya Tengava Taywanê "giwaş" berdewam kirin, kesekî agahdarê karûbarê ewlehiyê e ragihand.