Peyamên Cîhanê Li Dor Hilbijartinên Taiwanê

Rayedarên Cîhanê peyam û bersivên cuda li ser encamên hilbijartinên roja Şemiyê li Taiwanê hebûn, ku namzedê seroktiyê yê Partiya Demokrat a Pêşverû ya desthilatdar Lai Ching-te bi ser ket.

Partiya Lai nasnameya cuda ya Taywanê diparêze û îdîayên Çînê ku dibêje Taiwan beşeke ji erdê wê, red dike.

Serokê Amerîka Biden got, "Em piştgiriyê nadin serxwebûnê."

Çend demjimêran beriya vekirina navendên dengdanê, Washington hişyarî dabû ku "nayê qebûlkirin" çi welatek destêwerdanê di hilbijartinê de bike.

Daivd Cameron, Wezîrê derve yê Birîtanya pîrozbahî li Partiya Demokrat a Pêşverû û serokê hilbijartî Lai Ching-te kir û got ew hêvî dike ku Taiwan û Çîn hewlên nû bidin ji bo çareserkirina nakokiyên xwe bi rêkên aştiyane.

Japonê jî bi heman şêweyî pîrozbahîyên xwe pêşkeşî Taiwanê kirin.

Piştî dengdanê, berdevka Wezareta Derve ya Rûsî Mariya Zaxarova got, Mosko tim Taiwanê weke parçeyekî ji erdê Çînê dibîne.

Çavkanî: Reuters