Rêzan Hido: Tirkîye Şerê Cîhadîyan li Îdlibê Birêve Dibe

Hefteya borî li parêzgeha Îdlibê ya li bakurê rojavayê Sûrîyê ye, şerekî dijwar di navbera her du komên cîhadî Tehrîr El-Şam anku Cebhet û El-Nusra û Ehrar El-Şam de derket.

Di vî şerî de Cebhet El-Nusra ku baskê rêxistina El-Qaîdê ya li Sûrîyê ye, hemû parêzgeha Îdlibê xist bin kontrola xwe.

Derbara van pêşhatîyan de nivîskar û şîrovekarê sîyasî Rêzan Hido ji Dengê Amerîka re axivî.

"Tirkîye û Qeter piştgirîya her du koman dikin, herwiha îdeolojîya her duyan yek e, anku selefî cîhadî ne. Loma ev şer jibo pêkanîna berjewendîyên Tirkîyê ye û îstixbaratên wê şer bi rê ve dibin".

Hido dîyar kir ku ev şerekî taktîkî ye, çimkî tu ferq û cudahî di navbera Tehrîr El-Şam û Ehrar El-Şam de tune ye.

"Armanca Tirkîyê herêmên Mertala Firat li bakurê Helebê bi Îdlibê ve girê bide ku herêmê têxe bin kontrola xwe. Lê, hêzên Kurdî û Kantona Efrîn li hember wê asteng in, loma Tirkîye komên tundrê bi kar tîne".

Herwiha sebaret bandora kontrolkirina Îdlibê ji alîyê Cebhet El-Nusra ve li ser Kantona Efrînê ku Îdlib li ser tixûbên başûrê wê ye Rêzan Hido ev agahî dan:

"Ebû Odey El-Tinûsî yek ji fermandarên Tehrîr El-Şam xuya kir ku Tehrîr El-Şam, jibo şerê li dij Kurdan li Efrînê, amade ye ji Tirkîyê re bibe alîkar."

Hêjayî gotinê ye ku parêzgeha Îdlib li başûrê Kantona Efrînê ye û her demekê komên îslamî yên tundrê ku tê de bi cih bûne, êrîşî deverên Efrînê yên nêzî Îdlibê dikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Efrîn 29.07.2017