Berdevkê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Telal Silo ragihand ku hêzên wan bajarê Tabqa û Bendava Tabqa ji destê DAIŞ'ê bi tevahî rizgar kirin.
Silo da zanîn ku hêzên wan serkeftineke girîng dest anî û bajar û bandava Tabqa bi giştî rizgar kirin.
Hêzên HSD'ê cara pêşî di 24ê Nîsanê de ketibûn nav bajarê Tabqa û ji milê bakur ve pêşde çûbûn û li du taxan çekdarên DAIŞ'ê asê kiribûn.
DAIŞ jî bi bombeyên otomobîlî, sekvanên dûravêj û dronên bombebarkirî li ber xwe dida hewil dida ku pêşdeçûna HSD'ê asteng bikira.
Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka jî bi êrîşên esmanî piştgirî dida şervanên HSD'ê.