Îtalya Balyozê Xwe Vedigerîne Şamê, Çi Guhertin di Helwesta Ewrupîyan de Çêdibe?

Dîplomasiya Sûriyê û Almanya û (Ewrupa)

Wezareta derve ya Îtalya çend roj berê ragihand ku ewê jinûve balyozê xwe vegerînin Sûrîyê û balyozxaneya xwe li Şamê vekin.

Ev pêngava Îtalî di demekê de tê ku 8 welatên endam di Yekîtîya Ewrupa (YE) de ji Berpirsê Sîyaseta Derve Josep Borrell xwestibûn ku ev yekîtî roleke mezin li Sûrîyê bilîze.

Welatên Ewrupî ji sala 2012an de balyozên xwe ji Sûrîyê kişandibûn û asta peywendîyan ligel hikûmeta Sûrî nizim kiribûn, weke berteka li ser tundîya rejîma Sûrî li hember bizava gel.

Dor van pêşhateyên sîyasî, Endamê Desteya Seroktîya Meclîsa Sûrîya Demokratîk Riyad Derar ji Dengê Amerîka re dibêje ku guhertina helwesta hin welatên Ewrupî vedigere lawazîya opozisyona Sûrî ku xwe radestî Tirkan kir û nikrîbû nûnertîya gelê Sûrîyê bike.

"Girtina balyozxaneyan weke helwseteke nerazîbûnê li hember tundîya rejîma Esad bû, lê îro ew tundîya ku nayê pejrandin nemaye, tenê hinek pevçûn li hin deveran çêdibin ku ew jî bi hewilên normalkirina peywendîyan bi Şamê re dikarin werin çareser kirin", Derar got.

Riyad Derar, Endamê Desteya Seroktîya MSDê

Ew herwiha bawer dike ku "Hemû alîyên di normalkirinê de gavan davêjin çi Ereb dibin yan Ewrupî dikarin bendekî ji desthilatîya Îran û Rûsya re daynin ku Sûrîya weke qadeke bandorê ji xwe re bi kar tînin".

Cîhê bîrxistinê ye ku piranîya welatên Ereban jî, di serî de Erebistana Saudî û Misirê, sala par û piştî boykota 12 salan peywendîyên xwe ligel rejîma Sûrî asayî kiribûn, herwiha hikûmeta Sûrî jî vegerîbû nav Komkara Erebî û Beşar Asad li hilcivînên Erebî de hazir dibe.

Herwiha, hin çavdêr balê dikşînin ku pêngava Îtalî ya vekirina balyozxaneya xwe li Sûrîyê pir girîng e, jiber ku ew dewlet endama YE, NATO û G7 e.

Nivîskar û lêkolerê sîyasî Alan Pîrê dibîne ku hin welatên Ewrupî yên din jî wê bidin pey vê şopa Îtalya derbarê helwesta ji Sûrîyê ku ev pêvajo jibo Ewrupîyan pirtir girêdayî dosya penaberan e û vegera wan jibo deverên biewle li Sûrîyê.

"Ewrupa jibo çareserkirina pirsgirêka penaberan wê hêdî hêdî peywendîyan ligel Şamê vegerîne, çimkî bi dîtîna welatên Ewrupî penaber divê tenê di rêya sînorên fermî re vegerin welatê xwe. Îtalya bi vê mebestê balyozxaneya xwe li Şamê vekir ku bêje rewş bi rastî aram e û penaber dikarin vegerin û li wir bijîn", Pîrê got.

Alan Pîrê, Nivîskar û Lêkolerê Sîyasî

Derar jî di wê bawerîyê de ye ku xema Ewrupîyan ya serekî mijara penaberan e û ew ditirsin ku piştî pirbûna kiryarên li dijî penaberan li welatên cîranên Sûrîyê, pêleke nû ya penaxwezan bi ser wan de biherike.

Derar herwiha hin pêşketinên din ji pêngava Îtalî pêşbînî dike ku "Di şerê DAIŞ û terorê de, ku Sûrîye bûye qadeke vekirî jê re, dibe ku roleke mezintir bikeve stûyê rejîmê".

Jibo livandina pêvajoya sîyasî jî ku çend salin rawestîye, Derar dibîne ku normalkirina peywendîyan ku çêdibe pêkan e bibe gavek, "Asayîkirina peywendîyan ji alîyê Ewrupîyan ve dibe niha ku bi temamî çênebe, lê hebûna balyozxaneyan wê gav bi gav di vê rêçikê de berdewam bike".

Her di vê derbarê de, Pîrê dibêje ku pêngava Îtalî di berjewendîya hikûmeta Şamê de ye ku ji îzoleya tê de ye derkeve.

"Jibo Ewrupîyan êdî prîorîte anku xelên girîngtir hene. Ev yek li cem welatên Ereban jî me dît ku têkilîyên xwe bi Şamê re vegerandin jibo rê li ber bazirganîya bi madeyên hişbir bigirin û penaberan vegerînin, herwiha têkoşînê li dijî îslamîyên radîkal bikin".

Pîrê herwiha bawer dike ku "Welatên Ewrupî jibo çareserîya sîyasî li Sûrîyê, biryara Neteweyên Yekbûyî 2254 bingeh digirn, anku dibêjin çareserî ne di destê me de ye û pir aktorên din yên hundirîn û navnetewî jî hene.Îtalya bi vê pêngava xwe dixwaze bêje em nikarin her tiştî li benda çareserîya sîyasî ya giştî bihêlin".

Hêjayî gotinê ye ku Yekîtîya Ewrupa ji dema pêketina alozîya li Sûrîyê de çend caran ceza li ser karbidestên rejîma Sûrî danîbûn, herwiha tevî nizimkirina asta peywendîyên dîplomasî ku hin welatên endam, tenê birêkar li balyozxaneyên xwe hiştibûn.

Vê dawîyê jî tevî Îtalya her yek ji Nemsa, Qibris, Çîk, Yunan, Kirwatya, Slovînya û Slovakya, dixwazin lêveger di sîyaseta Ewrupî ya di derbarê alozîya Sûrîyê û hikûmeta Şamê de çêbibe.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Efrînê 30- 07-2024.mp3