Piştî 11 salan ji serhidana gelên Sûriye dijî rejîma stemkar ya Beşar el-Esed, ji bo bicihanîna xewnên xwe ji bo hebûna welatek azad ku tê de mafên xwezayî yên mirovan û bi taybet mafên netewî û olî di parastî bin, ev 11 salin gelê Sûrî rastî kuştin, girtin, koçberî û derbideriyê tê.
Gelê Sûrî bi niyeta azadî û parastina mafan dest bi sergildana xwe kir, lê demek dirêj derbaz nebû, êdî gel ne xwediyê wê serhildanê bû, komên çekdar ji bo meremên xwe yên diyar kirî êdî serhildan weke çekekî bikar anî û rejîma Sûrî bi alîkariya Rûsya û piştevaniya Îranê bi her awayî li dij komên çekdar û xelkê serhildayî têkoşîn, heta rewş giha asta ku îro Sûriye û hemî pêkhateyên gelê Sûriyê tê de ne.
Li aliyek din serhildana gelê Sûrî bo lîstikek di nava destê hin welatên li herêmê û yên navnetewî, êdî qedera wî milletî kete di rewşa çaranivîsek ne zelal de.
Erê xewna Sûriyan gehişte koderê?
Ew îmkan û derfet derfet hene ku şorişa gelê Sûrî careka din bikeve ser riya rast?
Erê aliyên pêşkeftixwaz û demokratîxwaz û civaka sivîl derfet hebû bi erkê xwe rabe yan Sûriyan pêdvî bi şorişek din heye?
Bernamê Tîrêj mijara serhildana Sûriyan û aloziyên wê xiste berbehsan digel birêz Farûq Hecî Mistefa, rêvebirê Navenda Berçav Ya Medya û Azadiyan.
Your browser doesn’t support HTML5