Sîstanî Careke Din Kuştina Xwepêşandaran Şermezar Dike

Rêberê olî yê Şîayên Îraqê Ayetullah Alî Sîstanî îro Înê careke din kuştina xwepêşandarên dijî hikûmetê şermezar kir.

Wî xwest ku hemî çekên li Îraqê ji alîyê hikûmetê ve werin kontrol kirin, piştî ku jimareke çekdarên bi rûberk êrîşeke kujer li Bexda kiribûn.

Sîstanî êrîşa dijî xwepêşanderan bi awayekî berdewam şermezar dike û hişyarî dide sîyasetvanan ku ger guherinên pêdivî neyên kirin, xwepêşandanên nerazîbûnê dikarin hîn xirabtir bin.

Serokwezîrê Îraqê Adil Abdul Mehdî karvekişîna xwe ragihandibû, piştî ku Sîstanî bang li qanûndanerên Îraqî kiribû ku pêdaçûnê li ser piştgirîya xwe ya jibo hikûmetê bikin.

Ew di peyamên xwe de ji hêzên ewlekarîyê dixwaze ku dijî xwenîşanderan tundî û tûjî bi kar neyînin û ji xwepêşandaran jî dixwaze ku bi rêkên aştîyane dengê xwe bilind bikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku çekdarên ni rûberk yên bi sîlahên giran êrîş biribûn ser xwepêşandaran û pirtir ji 20 kes kuştibûn û dû re li kolanên Bexda gefa pirtir êrîşan kiribûn.