Derhêner û nivîskara pirtûka “Sînemaya Kurd: Bêwarî, Sînor û Mirin” Mizgîn Mujde Arslan, derhêr û senarîst Kazim Oz û Omer Leventoglu di Mijara Rojê ya Dengê Amerîka de raborî û siberoja sînemeya Kurd nîrxandin.
Derhêner û nivîskar Arslan, radigîhîne ku êdî Kurd jî di warê sînemayê de hatine radeyeke girîn.
“Dema min li ser sînemaya Kurd lêkolîn dikir, min dît ku di nav 30-40 salanên dawî de Kurd di warê sînemayê de hatine asteke girîn. Li pêşîya hunermendên Kurd her çiqas astengî hebin jî lê berhemên ku hatine afirandin gelek nîrxdar in. Yên ku ser sînemaya Kurd xebat dikin bi hewildaneke mezin, carna bi hemû jiyana xwe diafirînin.”
Arslan, dide zanîn ku gelek Kurd bûne koçber an jî penaber, jiber wê sînemaya Kurd wek jiyana Kurdan bûye bêwarî û gelek berhemên sînemayê jî li derveyî welêt tên çêkirin.
Derhêner û senarîst Kazim Oz di sala 2001’an de bi fîlma “Fotograf” derket pêşberî temaşevanan.
Piştî wê fîlmên wek Dur, Bahoz, Hebû Tune Bû, Zer, Dayika Elîf, Emrê Berfeke pêşkêşî temaşevanê xwe kir. Oz radigîhîne ku di afirandina fîlmeke de ji aborîyê bêtir temaşevan girîngin.
“Êdî em dikarin bêjin ku sînemaya Kurd heye û her ku diçe jî pêş dikeve. Lê çêkirana her fîlmê bivê navê di alîyê aborîyê de gelek zehmetîyan dikşîne. Lê bi ya min ji aborîyê girîngtir temaşevanên me ne. Heke temaşevan hebin kêşa aborîyê jî çareser dibe. Dema xeynî temaşevanan sazîyek alîkarî bide ew fîlm bivê nevê dikeve bin bandora wê derê. Di vî alî de jî temaşevan pir girîng in.”
Oz, li ser sînemaya Kurdan yên beşên din jî rawestîya û ew radigîhîne ku niva sînemaya Îranê, ji sedî 70 sînemaya Tirk li ser berhem û çanda Kurdan hatîye sazkirin. Oz vana jî wek sînemaya Kurd dîyar dike.
Derhênerê fîlmên Rînga Şîn, Êşa Şewatê, Zarokên Axa Qelişî, Beroj û Lêger’ê Omer Leventoglu jî ragihand ku sinemaya Kurd pêdivîye ku cur bi cur mijaran bixe nava sînemayê.
“Di nav jiyana me Kurdan de dualîte gelek zêdeye. Xemgînî û kenîn, trajedî û komedî wek du birayên cêwî ji hev venaqetin. Di şano de em herî zêde komedî dibînin, lê sînemaya Kurd berevajî vê ye, têde xemgînî û trajedî heye. Bi ya min pêdivîya Kurdan bi van herdûyan heye.”
Hêjayî bibîranînê ye ku, di dawîya sedsala 19’emîn de dinya bi hunerekî têkel ve lihevrasthat.
Cara yekem Birayên Lûmier di sala 1895’an de, ango 129 sal berê, li Fransayê bi navê “Di Fabrîkaya Lumier De Deketin” kurte filmek çêkirin. Piştî wê jî ev sektora sînemeyê belavî hemû dinyayê bû û îro jî wek her netew Kurd jî di vî warî de gelek berheman diafirînin.
Your browser doesn’t support HTML5