Lîraya Sûrî vê hefteyê rekoreke nû şikand û daket asteke nû ya nizimbûnê û nirxê dolareke Amerîkî 10 hezar lîrayên Sûrî derbaz kir.
Aborîzan Çeleng Omer dibêje ku ev nizimbûn çaverêkirî bû çimkî alavên darayî û diravî ya sekinandina têkçûna nirxê lîrayê di destê hikûmeta Sûrî de tunene.
Omer got ku hikûmeta Sûrî nikane weke pêdivî destwerdanê di bazara diravan de bike.
“Xezîneya Banka Navendî ya Sûrî ji pereyên bîyanî vala ye, herwiha jiber qelsîya hilberîn û berhemanînê derfirotin jî hindik e. enê pereyên ji derveyî Sûrîyê (hawalat) tên şandin bi qasî 5 – 7 mîlyon dolar rojane di bazarê de hene ku Banka Navendî dixwaze hevrikîya bazara reş li ser wan bike.”
Berî ku şerê Sûrîyê sala 2011an destpê bike, her dolareke Amerîkî dikir 50 lîrayên Sûrî.
Omer da zanîn ku pêdivîya her malbatekê mehane bi 300 – 400 dolar heye, lê dahata karmendan li cem rejîmê ji % 10 ji vê hejmarê kêmtir e.
“Jiber dahata hindik û qelsîya kanîna kirînê, liv û tevgera bazarê jî ditevize û hilberîn û berhemanîna di hemû sektorên aborî de jî kêm dibe”.
Omer bal kişand ku asta krîza aborî li Sûrîyê li gor herêmên kontrolê cuda ye, lê li deverên bin kontrola rejîmê firehtir û kûrtir e.
Omer herwiha dîyar kir ku asta krîza aborî li herêma Rêvebirîya Xweser siviktir e.
“Jêderên aborî herwiha derfetên kar li herêma Rêvebirîya Xweser pirtir in û mûçeyên karmendan jî bilindtir in. Lê, tevî ku dolar li bazaran vê herêmê tê xebitandin jî lîra hîn dirava serekî ye û bandora nizimbûna nirxê wê neyînî çêdibe”.
Aborîzan Çeleng Omer pêşbînî dike ku nirxê lîrayê hîn nizimtir bibe û givaştinên aborî li ser jîyana xelkê girantir bibin.
“Ger çareserîya sîyasî çênebe başbûna aborî li Sûrîyê ne pêkan e çimkî pêvajoya nûavakirinê û rakirina toleyên aborî bi çareserîya sîyasî ve girêdayî ne”.
Your browser doesn’t support HTML5