Ofîsa Seroktîya Sûrîyê Mirina Şîretvana Esed, Luna el Şibil, Ragihand

Serokatîya Sûrîyê ragihand ku Luna el Şibil, şîretvana Serokê Sûrî Beşar el Esed, îro Înê di encama bûyereke trafîkê de mir.

Ajansa SANA ya dewletê got ku Şibil roja 2'ê Tîrmehê li ser rîyeke Şama paytext rastî bûyereke trafîkê bûbû û di encamê de hatibû rakirin beşê lênêrîna krîtîk ya nexweşxaneyê.

Luna el Şibil ji sala 2020’an ve wekî şîretvaneke taybet ya Esed di ofîsa siyaset û ragihandinê ya serokomarîya Sûrîyê de kar dikir.

Şibil wekî alîgireke tund ya rejîma Sûrîyê dihate nasîn û gelek caran bi şîroveyên kêşebar yên dijî opozisyona Sûrîyê dibû mijara nûçeyên medya civakî.

Luna el Şibil di navbera 2003-2010’an de wekî bêjer ligel televizyona el Cezîre ya Qeterî dixebitî. Ew sala 1975’an li parêzgeha Suweyda ya başûrê Sûrîyê ji dayik bûbû. Ew Durzî bû.