Rêveberîya Xweser Seferberîya Giştî Ragihand

Syrian Democratic Forces

Rêverîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Yekşemê ji ber pêşveçûnên li Sûriyê bi daxuyanîyekê seferberîya giştî ragihand.

Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) û komên leşkerî yên girêdayî Tirkîyê ku ji Çarşema borî ve êrîşên xwe dijî rêjîma Sûrîyê berdewam dikin û hêzên rêjîmê û Heleb û Idlibê ji dest dan.

Rêveberîya Xweser ev êrîş bi Tirkîyê ve girêda.

"Turkîyê gefê li tevahiya Sûriyê dixwe, ne tenê li ser herêmeke taybet," daxuyanîyê got.

Di berdewamîya daxuyanîyê de, Rêveberîya Xweser bang li civaka navnetwî kir ku şer rawestîne.

Partîya Çep a Kurdî li Sûrîyê (PÇKS) ku beşek e ji Rêvebirîya Xweser, dibêje seferberî ji ber hebûna kurdan a jêr gefê de ye.

Serokê PÇKSê Mihemedê Mûsê tekezî ser yekrêzîya kurdan di vê qonaxa hestîyar de kir.

"Em ne bi şer re ne, lê heger şer bi alîyê me ve hat, mafê me yê parastina rawa heye," Mûsê got.

Rêverîya Xweser Bang li saziyên xwe kir ku di hişyariyê de bin û ji bo rûbirûbûna dijwariyên êrîşên Tirkîyê û weke şaneyên krîzê bixebitin.

Wê bang li xort û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dora Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bicivin.

Li alîyekî din çekdarên bi ser Tirkîyê ve oprasyonek dijî herêma Şehba û Tilrifet ku jêr kontirola hêzên kurdî ye, û hejmarek ji penaberên Efrînê lê hatibûn bicîkirin, dest pê kir.

Li gorî agahîyan ku hêzên kurdî wê ji wan herêman û Helebê vekişin, li gel bêtir 38 hezar malabtên kurd wê berê xwe bidin rojhilatê çemê Firatê. Lê heya niha ti alîyekî fermî ev agahî piştrast ne kir ye.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Zana Omer