Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî roja Înê, di civîna dor Sûrîyê de biryar da ku alîkarîyên mirovî ji bo Sûrîyê 12 mehên din bidomin.
Li gorî Kurdên Sûrîyê, li herêmên rêveberîya xweser 14 kamp hene û bi sed hezaran derbider hene ku ji alîkarîyên mirovî bêpar mane.
Serokê ofîsa koçber û derbideran li herêmên rêveberîya xweser, Şêxmûs Ehmed ji Dengê Amerîka re got ku "ev birîyar sîyasî ye, û careke din Rûsîya berjewendîyên sîyasî dan pêş pêdivîyên mirovî."
Li alîyekî din, şopîner bawer dikin ku eger tekane riya alîkarîyên mirovî ji bo herêmên kurdên Sûrîyê û herêmên rêveberîya xweser ew riya rêjîma Sûrîyê be, ev yek dê careke din weke qaxezeke sîyasî di destê rêjîma Sûrîyê de be û wê fişarê li kurdên Sûrîyê bike.
Rojnamevan Hejar El-Seyîd dibêje ku berîya kombûna civata ewlekarîyê, di civîna Asîtanayê de, lihevkirineke Tirkîyê û Rûsîya hebû li dor alîkarîyên mirovî.
Li gorî birîyara YN, dê alîkarî bi riya dergehê Bab el-Hawa re bigihin deverên jêr kontirola çekdarên bi ser Tirkîyê ve.
Enqerê bi xêrhatina biryara civata ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî kir li dor dirêjkirina dema debraskirina alîkarîyên mirovî di derîyê sînorî yê Tirkîyê û Sûrîyê re bo 12 mehên din.
Hêjaye gotinê ku Amerîka fişarên mezin dan ku dergehê Tilkoçer di lîsta dergehên mirovî de be, lê Rûsîya careke din rê li ber vê yekê girt, û ev yek bûye cihê nerazîbûna Kurdên Sûrîyê.
Your browser doesn’t support HTML5