Jinên Kurd Li Qamişloyê Dijî Tundûtûjîya Ser Wan Daketin Kolanan

Bi sedan jinên Kurd di Roja Navnetewî ya Tunekirina Tundîya Dijî Jinan de îro Şemîyê li Qamişloyê daketin kolanan û bi sloganên ‘Jin, jîyan, azadî, na ji tundîyê re’ dengên xwe bilind kirin.

Rêvebira rêxistina Sara Arzo Temo got ku jina Kurd pêşengîya jinên Rojhilata Navîn dike jiber ku têkoşîna jinên Kurd bûye mînakek cîhanî.

Jinên xwepêşandêr dîyar kir ku ev roj jibo tekoşîna wan ya li dijî tundîyê girîng e. Wan bang li hemû jinan kir ku jibo azadîya xwe tevbigerin

Remzîya Mihmed, endama Kongra Star ku sîwana giştî ya hemû rêxistinên jinan li hêrêmên Kurdên Sûrîyê ye, got ku zagonên pişgrîya jinan dikin bi xebatên rêxistinên jinan hagtin pejiandin.

Piştî tevgera gelêrî li Sûrîyê, jinên Kurd di nava rêxistin, partî û milê leşkerî de cîh girtin.

Bi nerîna jina Kurd, Civîn Hebîb jin dikare di hemû waran de roleke girîng bilîze û tundîya li ser xwe rake.

"Azadîya jinê ji jinê destpê dike," Hebîb got.

Li ser asta Bakur û Rojhilata Sûrîyê nêzî 68 rêxistinên jinan hene ku di bin Desteya Jinê ya Rêvebirîya Xweser kar dikin.

Di nava Rêveberîya Xweser de % 50 kotaya jinan heye û herwiha di hin sazîyan de rêjeya hebûna wê digihêje % 70.

Li gor raportan beşdarbûna jinan di nava Rêvebirîya Xweser de bi vê hejmara bilind, herwiha sîstema hevseroktîyê weke sîstemeke rêveberinê hêz û çalakîya jinên Kurd nîşan dide.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Zana Omer