Digel berdewambûna rewşa ne şer û ne aşti li Sûrîye rejîma Beşar Esad desthilata xwe bi hêz dike û biryar e di meha Gulanê de hilbijartina seroktîyê pêk bine.
Parlamana Sûrî biryar da ku di 26'ê Gulanê de hilbijartinên seroktîyê li deverên bin kontrola wê de bike.
Xuya dike ku ev pêngav bi wateya ku Esad bo demeke dirêjtir li ser desthilatê bimîne, eger lihevhatin di navbera Rûsya û Amerika çênebe li ser bicîhkirina biryara NY ya hejmar 2254 ya çareserkirina pirsa Sûrî û giheştin bi qonaxa veguhastina sîyasî.
Pêşveçûnên Sûrîye hevdem in digel kombûna bilind ya çaverêkiri di navbera serokê Rûsya Putin û serokê Amerîka Biden.
Aya kombûna Biden - Putin wê gihiştineke derbarê Sûrîyê bixwe ve bigire?
Erê Sûrîye bûye meydana nakokîyên her du welatan, wekî Ukrayna?
Sîyaseta rêvebirîya nû ya Amerika hember Kurdan wê çawa be?
Bernameya Tîrêj bo şîrovekeyeke zêdetir mêvandarîya cavdêrê sîyasî Husên Omer kir.
Your browser doesn’t support HTML5