Rewşa deverên Bakur û Bakurê Rojhelata Sûrîye roj bi roj ber bi aloziyeka zêdetir diçe, lidema Tirkiyê hêzên leşkerî liser sînor kom dike û gefên pêkanîna êrîşeka leşkerî dijî hêzên Kurdî dike.
Ev pêşveçûne lidemekê tên daxuyaniyên cûda têne dan û hêzan wekû hêzeka asmanî ya Rûsya li deverê tên belavkirin.
Şareza bawer dikin bizavên Rûsya û Tirkiyê beşek in ji siyaseta hinartina peyama ye dinavbera herdu welatan de.
Raport aşkere dikin ku tevî di kombûna serokê Amerîka Joe Biden digel Serokê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan rêkeftin liser oprasyoneka Tirkiyê li Sûrîye nehate kirin, lê Tirkiyê rijd e liser oprasyoneka leşker.
Azad Berazî, endamê rêberayetîya Partiya Demokrata Kurdî Sûrî, bawer dike operasyona Tirkiyê ji egera hebûna aloziyên siyasî û aborî û civakî yên hundirê Tirkiyê ye.
Berazî li dirêjahiya bernamê Tîtêj got “Siyaseta Tirkiyê îro digel siyaseta Amerîka rêk nakeve.”
Bawerî dinav şopênerên rewşa Sûrîye de heye ko givaşa Rûsya liser Rêveberîya Xweser bi hêviya pêkanina danûstandina ye digel hikûmeta Sûrî lê Dr. Ferîd Saadûn mamostayê zanîngeha Furatê ya Hesekê bawer dike ku "danûsatandin digel rijêma Sûrî rêgir nabe hember êrîşeka Tirkiyê lê wa heye paş bixe.”
Saadûn herwesa got “li dawiyê piroja Rêveberîya Xweser, projeyeka Sûrîye û çaresekirin li Şamê ye."
Your browser doesn’t support HTML5