Artêşa Tirkiyê Navçeya Zirganê Topbaran Dike


Artêşa Tirkiyê Navçeye Zirganê (Ebo Rasên) û gundewarê Tiltemir yê bakurî bajarê Hesekê toparan kir.

Li gorî çavkaniyekê ji wê deverê roja Înê 15 Nîsanê, demjimêr 6:30 êvarê, taxên rojhilatî Zirganê rastî toparanê hatin, bêy ku ti ziyanên mirovî encam bidin.

Rojnamevan Muntesir Mîrzo ji bajarokê Zerganê agahîyên wê topbarandinê bi Dengê Amerîka re parve kir

Mîrzo got ku 5 topên hawin li Zerganê ketin.

Li alîyekî din Di heman rojê de gundewarê bakurî navçeya Tiltemirê jî rastî topbarana êrîşên dijwar ên Turkiyê hat.

Gundên ku bûne armanca topên artêşa Turkiyê evin: Derdara, Tilelwerid, Al-Esediyê, Tilşenan, Tilcumaa, Ûmilkêf, Tilkêfçî, û Tewîlaa.

Di encama wê topbarana Tirkiyê û çekdarên opisizyonêb de, bi sedan niştecihên wê deverê gundên xwe vala kirin û derbiderî herêmên bi ewle bûn.

Hêjaye gotinê ye ku Ji destpêka meha Nîsanê ve, rojane herêmên sînorî li bakur û rojihlatê Sûrîyê li aliyê gundewarê bakur û rojhilatê Tiltemirê heya bi navçeya Eyn Îsa rastî êrîşan tên.

Li gorî jêderekî ji encûmana leşkerî ya Tiltemirê ku jêr sîwana HSD de ye, artêşa Tirkiyê û grûpên Sûrî yên girêdayî wê amadekarîyên êrîşeke nû berfireh dikin

Li dor mijara gefên êrîşeke nû ya Tirkiyê ser herêmên Kurdên Sûrîyê de fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê ragihand ku bi Fermandarê nû yê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ya ji bo Rojhilata Navîn (CENTCOM) Michael Erik Kurilla re civiya.

Mazlûm Ebdê da zanîn ku ew li ser mijarên herêmê axivîne û wiha got:

"Rêveberiya nû ya CENTCOMê soza xwe ya ji bo parastina aramiyê li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê daye"

Şopîner bawerdikin ku derfeta pêkanîna êrîşeke nû ji alîyê Tirkîyê bi ser herêmên HSDê di vê demê de ne pêkane.

Şopîner Dilbirîn Xelo dibêje :"Amerîka wê rê nede Tirkiyê ku êrîşên nû pêkbîne "

Hêjaye bibîrxistinêye ku di rojên 1, 2, 3, û 4ê Nîsanê de, artêşa Tirkiyê çar êrîşên bi dironan li bakur û rojhilatê Sûriyê pêk anîne.

Li gorî çavdêrên herêmî diyar dikin, êrîşên vê dawiyê tên piştî hevdîtina istîxbaratî di navbera rêjîma Sûrîyê û Tirkiyê de, bi serperştiya Rûsyayê.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/ Zana Omer