Çalakvanên opozisyona Sûrî got gurûpa dewleta Îslamî Daiş îro Şemiyê du jin û çar zarok azad kirin ku Tîrmeha borî hatibûn revandin, wek beşê yekem ji rêkeftinê ku wê li gor wê hikûmet dehan jinên girêdayî endamên Daiş berde.
Jin û zarokên hatî azadkirin di nav 30 kesî de bûn ku Daiş di 25ê Tîrmehê de li parêzgeha Siwyda revandibûn.
Di wê êrîşê de herî kêm 216 kes hatin kuştin.
Jinekê di girtîxana Daiş de jiyana xwe jidest da û yeka din hate gulebarankirin û her wiha xortekî 19 salî di meha Tebaxê de li girtîgehê hate kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafî Mirov ku bingeh li Londonê ye got ev gava yekem e û wê hîn zêde bêne berdan.
Li beramber, wê hikûmeta Sûrî 60 jinên girêdayî Daiş berde û 27 milyon dolar bide Daişê.
Rêxistina çalakvanên Siwyda wêneya jinekê û 4 zarokan belavkir û got desthilatdaran 17 jinên Daiş û 8 zarokên wan azad berdan.
Wê got 21 jin û zarok hîn li cem Daişê girtî ne û wê di rojên bê de azad bibin.