Xwepêşandanên Suweyda Yên Dijî Rêjîma Sûrîyê Dewam Dikin

Li parêzgeha Suweyda ya başûrî Sûrîyê xwepêşandanên Durzîyan dijî rêjîma Sûrîyê berdewam in, û Rêjîm hêzên xwe yên ewlekarî û leşkerî li nava bajêr û derdora wê bihêz dike.

Jêderên xwecihî ji Suwedayê ji Dengê Amerîka re tekez kir ku xwepêşandan berdewam in, û rêjîm di anîna hêzan de berdewam e.

Serîhildana gelêrî li Suweydayê ji Tebaxa sala borî ve li dijî rêjîma Sûrî dest pê kir.

Ji destpêka vê mehê ve rêjîma Sûrîyê hêzên zêde ber bi Suweydayê ve şandin.

Şandina hêz û çekan bi mebesta vemirandina xwepêşandanan, cihê metirsîya Duzrîyan e, ku pêkhata sereke ya parêzgeha Suweydayê ye.

Rojnamevan û çalakvanekî ji Suwedayê Mirhif El-Şair, ji Dengê Amerîka re eşkere dike ku tevgereke leşkerî ya rêjîma Sûrîyê li seranserî parêzgehê zêde dibe.

"Rêjîm bi rêya dezgehên ewlekarî û hêzên leşkerî dixwaze serhildanê biçewisîne û bi destêwerdana leşkerî xwepêşanderan bitirsînin," El-Şair got.

Tirsa Bikaranîan Daişê

Roja 10 vê mehê hêzên rêjîmê îdia kir ku li nêzîkî xala kontrolê ya veguhestinê li taxa Mensûra li bajarê Suweydayê, wê di oprasyoneke taybet de girt ser şaneyeke Daişê.

Li gorî dezgehên Rêjîmê di encama wê oprasyonê de çekdarekî Daişê hat kuştin, yekî din jî hat girtin.

Jêderên xwecihî ji Suweydayê ji bo çavdêrîya Sûrî ya Mafê mirovan (SOHR) ji rastiya vê çîroka Rêjîmê guman kirin û endamên xala kontrolê ya veguhestinê tekez kir ku tevgerên operasiyonekê li nêzîk wê nehat dîtin.

Çavdêr bawer dikin ku rêjîma Sûrîyê pîlan dike ku Daişê di vemirandina xwepêşandanan de bikar bîne.

Di Tîrmeha 2018an de çekdarên Daişê êrîşeke berfireh dijî Suweydayê pêk anî, û di encam de 300 kes hatin kuştin û bêtriî 25 kes pirranîya wan jin û zarok hatin revandin.

Mirhif El-Şair rêjîma Sûrîyê wek berpisa wê êrîşê nîşan da, û got ku wê rê ji bo Daişê vekir.

El-Şair ida dike ku rêjîm bi mebesta pêkanîna behaneyên destwerdaneke leşkerî berfireh, ew pîlan dike ku sînaryoya 2018an dubare bike.

"Civaka Durzîyan ji pîlanên rêjîmê şîyar e" El-Şair got.

Kurdên Sûrîyê Piştgirîya xwepêşandanên Suweyda dikin

Meclisa Sûrîya Demoqratîk (MSD) ku nûnera Sîyasî ya Hêzên Sûrîya Demoqratîk (HSD) ye, çendîn car piştgirîya xwe ji bo xwepêşandanên gelêrî li Suweydayê nîşan dan.

Karbidestên kurdên Sûrîyê ji Dengê Amerîka re eşekre dikin ku ew rewşa Suweydayê ji nêzîk ve dişopînin.

Serokê Partîya Aştî ya Demoqratîk (PAD) Telal Mihemed dibêje kurd bi xem û metirsîyên Durzîyan re hevpar in, û divê rêjîm dûrî bikaranîna tundîyê bikeve.

"Heger hat û rêjîm êrîşeke berfireh dijî Durzîyan pêk anî, dê rewşa Sûrîyê bi giştî bandor bibe,"Mihemed got.

Daxwazên xwepêşanderan bi başkirina rewşa abûrî dest pê kir, berî ku werein veguhestin bo ketina Beşar El-Esed û cîbicîkirina biryara Netwên Yekbûyî (NY) ya 2254an li dor çareserkirina alozîya Sûrîyê.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Zana Omer