Çalakvanekî Suweydayî Behsa Xwepêşandanên Dijî Hikûmeta Sûriyê Dike

Suwayda protests

Xeyas El-Cebel Çalakvanek ji Suweydayê ye, ku yek ji serkirdeyên ciwanan e, yên ku xwepêşandanên ku ev 8 roj in li parêzgeha Sweydayê li darin birêve dibin.

Parêzgeha Suweydayê, li başûrî Sûriyê ye, pirranîya rûniştvanên wê Durzî ne.

El-Cebel di bersivên xwe de rewşa dawî ya parêzgeha Suweydayê anî ziman, û tekezî ser ankêta zimanê kurdî kir ku ew roja Şemîyê li meydana Kerama hatibû hildan.

Li gorî el-Cebel, hemû daxwazên xwepêşanderan sîyasî ne û doza hilweşandina rêjîma Esed dikin.

Ew dibêje xwepêşander doza pêkanîna biryara navnetweyî ya 2254 ya li dor çareseriya sîyasî li Sûrîyê dikin.

Di berdewamîya axaftina xwe de lîderê ciwan anî ziman ku hemû rêveberên olî yên pêkhateya Durzî pişgirîya daxwazên xelkên Suweydayê dikin.

Her wisa anî ziman ku heya niha ti bertekên rêjîmê derbarê xwepêşandanan de derneketine holê.

Xeyas el-Cebel dibêje ku xwepêşandanên nerazîbûnê yê li Suweyda û “piştgirîya gelê Sûrîyê ji bo wan hêvî li gel miletê Sûrîyê nûkir ku ew dikarin bibin xwedîyên pirojeyeke aştîyane û niştîmanî ji bo Sûrîyê bi giştî.”

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna li gel Xeyas el-Cebel