Çalakvan: Xwepêşandanên Dijî Rêjîma Sûriyê li Suweyda Berdewam in

Ev çend roj in li parêzgeha Suweydayê ya li başûrî Sûrîyê ku piranîya rûniştvanên wê ji pêkhateya Durzî ne, xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî biryarên rêjîma Sûrîyê yên buhakirinê li dar in.

Berîya ku li deverên din wek perava Sûrîyê û bakurê Helebê jî xwepêşandan derkevin, siloganên xwepêşanderan ji daxwazên başkirina rewşa abûrî li welat hatin guhertin bo daxwazên rûxandina rêjîma Beşar Esed.

Li herêmên kurdên Sûrîyê jî, li ser asta gelerê û fermî piştgirîya Suweydayê hat kirin.

Meclisa Sûrîya Demoqratîk (MSD) ku nûnertîya Hêzên Sûrîya Demoqratîk(HSD) dike, bi daxuyanîyekê piştgirî ji do daxwazên xelkê Suweydayê nîşan da.

Îro Şemîyê siloganên bi zimanê kurdî li Siweyda hatin hildan ku têde hat nivîsandin "berxwedan jîyane" ku li jora hevoka bi kurdî bi zimanê Erebî hat nivîsandin " silav ji Suweydayê ji bo Efrîna Dagirkirî, her libek zeytûnên wê Efrînîyekî tîne jiyanê"

Di daxuyanîyeke taybet de ji bo Dengê Amerîka çalakvanê Suweydayê Xeyas Cebel got, "wê xwepêaşandan berdewam bin."

Xeyas Cebel ji Dengê Amerîka tekez kir ku hebûna navnedên Partîya Baas li navçeya Suweydayê hatine valakirin.