Şandeke Neteweyên Yekbûyî Serdana Penageha Şehbayê Dike

Şandeke hevbeş ji çend sazîyên Neteweyên Yekbûyî serdana penageha Şehba kir û di nav kampên derbiderên Efrînî de geriya.

Di serdanê de nûnerên nivîsgehên karûbarên mirovî yên sazîyên NY hebûn, weke: UNICEF, Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP), Komîserîya Bilind ya Karûbarên Penaberan (UNHCR), Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanî (WHO), Nivîsgeha Hevrêzîya Karûbarên Mirovî (OCHA) û Bernameya Rêyên Pêjîyanê (Livelihood Program), herwiha Heyva Sor ya Sûrî.

Berpirsê Nivîsgaha Rêxistinên Mirovî di Rêvebirîya Xweser ya Herêma Efrînê de Îsrafîl Mustefa derbara vê serdanaê de, ji Dengê Amerîka re axivî.

Mustefa da zaîn ku ev serdan li ser daxwaza wan çêbûye û biryar bû ji meha Adarê de pêk bihata, lê ji ber berdewamîya êrîşên Tirkîyê û gefên wê bi ser deverê, serdan dereng maye.

Îsrafîl Mustafa

“Ev serdan pir girîng e, hemû nivîsgehên NY yên tikêlîya wan bi karûbarê mirovî re heye hazir bûn, me hemû daxwaz û pêdivîyên gel ji wan re pêşkêş kirin, herwiha armanca me ji vexwendina wan ku ew werin bi çavê xwe li ser erdê rewşê bibînin”, Mustefa got.

Mustefa bal kişand ku ev demeke dirêj e ku alîkarî û hawarçûna jibo derbideran tê pêşkêş kirin kêm bûye, herwiha hin cureyên destekdayînê tenê jibo kampan in û li gundan nayên pêşkêş kirin.

Di vê derbarê de Mutefa dîyar kir: “Hejmara rêxistinên li deverê kar dikin hindik in, li gor serjimarîya gel û rewşa deverê, ew têrê nakin, loma me ji şandê xwest karê xwe firehtir bikin, wan jî soz da ku ewê hewl bidin van pêdivîyan pêşkêş bikin”.

Herwiha Mustefa got ku wan tekezî li ser pêdivîyên deverê yên saxlemîyê kirine, ku bi hûrgilî bi nûnerê Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanî re rewş hate nîqaş kirin.

“Pir alav jibo nexwexana avrîn gerek in, herwiha jiber dorpêça deverê cureyên dermanan jibo hin nexweşîyan peyda nabin, me ji wan xwest ku li ser rewşa deverê ya saxlemîyê were rawestandin”.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku nêzê 150 hezar kes li herêma Şehba û nahîya Şêrewa ya Efrînê dijîn, piranîya wan derbiderên Efrînî ne, ku ji 2018an de piştî êrîşa Tirkî ser Efrînê neçarî koçberîyê bûbûn.

Ev derbider li 5 kampan û nêzî 40 gundên herêmê di nava zor û zehmetîyan de dijîn, ku ne tenê alîkarî û hawarçûna mirovî hindik e, lê gef û êrîşên Tirkîyê rewşa heyî aloztir kiriye.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Newroz Reşo