Sûrîye Piştgirîya Pênasîna Rûsya bo Herêmên Rojhilata Ukraynayê Dike

Civînek di navbera Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokê Sûrîyê Beşar el Esad (arşîv).

Medyaya dewleta Sûrîyê ragihand ku hikûmeta Şamê piştgirîya biryara hevalbenda xwe Rûsya dike ku du herêmên li rojhilata Ukraynayê wekî dewletên serbixwe nas kirin.

“Sûrîye piştgirîya biryara Serok Vladimir Putin ya naskirina komarên Luhansk û Donetsk dike,” televîzyona dewleta Sûrî îro Sêşemê ser zarê Wezîrê Derve yê Sûrîyê Feysel Miqdad ragihand.

Miqdad ku niha bi serdaneke fermî li Moskowê ye got ku tiştê ku niha Rojava li dijî Rûsyayê dike wekî tiştê ku li dema şerê terorê li dijî Sûrîyê dikir.

Li ber e ku Amerîka û hevalbendên wê yên Ewrupî îro Sêşemê hejmareke ambargoyên nû li dijî Rûsyayê ragihînin piştî ku Putin her du herêmên veqetandî yên Ukraynayê wekî du komarên serbixwe nas kirin.

Seroktîya Sûrîyê jî da xuya kirin ku Şamê ji dawîya 2021’ê ve plan dikir ku pênasînê bi Donetskê bike.

“Sûrîye piştrast dike ku ew amade ye li ser avakirina peywendîyan ligel komarên Luhansk û Donetsk kar bike û wan bi rêya berjewendîyên hevbeş xurt bike,” seroktîya Sûrîyê di daxuyanîyekê de got.

Di şerê navxweyî yê Sûrîyê de, Rûsya alîkarîyeke leşkerî ya mezin da hikûmeta Sûrîye ku karîbû bi xêra wê rê li ber êrîşên opozîsyona Sûrî bigire.