Şervanên HSDê Dest bi Êrîşa Dawî ya Bajarê Reqayê Dikin

Şervanên Hêzên Sûriya Demukrat HSDê ku Amerîka piştgiriya wan dike dest bi operasyona rizgarkirina bingehên dawî yê Daişê kirin li bajarê Reqa, piştî ku 275 çekdaran li gel malbatên wan xwe radestî HSDê kirin.

HSDê ya ku Kurd serkirdayetiya wan dikin, got operasyona îro Yekşemê dê berdewam be “ta bajar hemî bê paqijkirin ji çekdarên ku red dikin çekên xwe deynin.”

Êrîş tê rojekê piştî ragihandina koalisyona navnetewî û berpirsên xwecihî ku çekdarên Sûrî yên Daişê û sivîl dikarin ji Reqayê derkevin.

Koalisyonê got ew rê nadin çekdarên biyanî yên Daişê ji bajêr derkevein.

Tê zanîn HSDê di serê meha Hizêrana îsal de, dest bi operasyona Reqa kir û niha piraniya bajêr control dikin.