Gelo Aştî li Sûrîyê Çiqas Pêkan E?

Your browser doesn’t support HTML5

Dr. Silêman Îlyas, Beşîr Îshaq û Omer Evdikê nêrînên xwe yên derheqa pêkhatina aştîyê li Sûrîyê bi temaşevanên me re parve dikin.

Di vê rojê de ku cîhanê Roja Navnetewî ya Aştîyê (International Day of Peace) pîroz dike, gelo piştî şerê navxweyî yê pirtir ji 12 salan, aştî li Sûrîyê çiqas pêkan e? Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafê Mirovan (SOHR) bal dikşîne ku di heyama 12 salên şerê navxweyî yê de, nêzî 614,000 Sûrî hatine kuştin, pirtir ji 2,1 mîlyon kes birîndar bûne û nêzî 13 mîlyon Sûrî jî koçber û derbider bûne.

Rêvebirê Navenda Firat ya Lêkolînan Dr. Silêman Îlyas, Cîgirê berpirsê rêxistina Asûrî ya Demokratîk Beşîr Îshaq û çavdêr Omer Evdikê nêrînên xwe yên derheqa pêkhatina aştîyê li Sûrîyê bi temaşevanên me re parve dikin.