Bingeha Koalisyonê li Sûriyê Rastî Êrîşên Mûşekî Hat

Roja Înê du mûşekan hêzên koalîsyonê li baregeha nobedariyên Amerîka li Şedadî kirin armanc.

Fermandariya Navendî ya Amerîka ragihand, ku êrişeke mûşekî li baregeha nobedariyên Amerîka li bajarokê Şedadî yê başûrê Hesekê li bakurê Sûriyê hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Duh saet di 22.31an de li gorî saeta herêmî ya Sûriyê û saet 16.31ê êvarê, bi du mûşekan hêzên koalîsyonê li baregeha nobedariyên Amerîka li Şedadî armanc girtin."

Daxuyanîyê tekez kir ku ti zîyan ne gihşte hêzên kiwalisyonê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, "Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) serdana cihê mûşekê kir û "mûşeka sêyem ya ku nehat berdan" hatiye dîtin.

Di daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîka de derbarê êrîşa mûşekî ya kê de tu daxuyanî nehat dayîn.

Herwaha jêderekî leşkerî nava HSD ji Dengê Amerîka re ragehandibû ku, "Mûşek li nêzîkî baregeha Amerîkî û avahiya Zeviyên El-Cibsa li derdora navçeya Şedadî teqiyan."

Heya dema amadekirina vê raporê ti alîyekî êrîş negirt ser xwe, lê çavdêrîya Sûrî ya mafê mirovan SHOR got re êrîş ji alîyê milîsên Îranê ve pêk hat.

Ev êrîş di demekê te ku herêmên Kurdên Sûrîyê li rastî êrîşeke topbarandina bejahî û ezmanî ve tê.

Şopîner bawer dikin ku ev êrîş di berjewendîya gelek alîyan de ye. Şopîner Hoşeng Hesen got, "Îran, Daiş, Rûsîya û Tirkîyê sûdê ji vê êrîşê dibîne, ne xasim ku niha êrîş ser herêmên kurdî li Sûrîyê hene."

Di Gulana borî de, du rokêtan baregeha Hevpeymaniya Navdewletî li Şedadî kirin armanc, bê ku ziyanên canî hebin.