Li Sûrîyê du rêyên sereke hene ku bi navên M4 û M5 tên nasîn. Ew herdu di çarçoveya şerê Sûrîyê de girîngîyên xwe yên stratejîk hene.
Rêya M4 ji dergehê Yerûbîyê-Rebîa yê sînorî bi Îraqê re dest pê dike û bi dirêjahîya 490 km digihêje bajarê Helebê.
Rêya M5 jî ji Helebê dest pê dike û ber bi başûrê welêt ve diçe heta dergehê Nesîb ligel Urdinê. Dirêjahîya vê rêyê 450 km e.
Ev herdu rê mîna damarên sereke yên bazirganîya Sûrîyê ne. Ji destpêka şerê navxweyî li Sûrîyê sala 2011’an ve ji bo kontrolkirina van rêyan gelek şer, pevçûn û danûstandin çê bûne.
Çima ev rê giring in û nexşeya kontirola hêzên nakok li Sûrîyê ser van rêyan çawa ye?
Nexşeya kontrolê bo M4
Ev rê bi qasî 32 km li bakurê Sûrîyê dûrî sînorê Turkîyê ye. Nêzîkî hemû bajarên mezin li bakurê Sûrîyê ye.
Heta berîya Cotmeha 2019’an jî, ji destpêka rê heta bajarokê Erêma ku bi qasî 20 km dikeve rojhilatê başûrî Minbincê bi dirêjahîya 420 km li jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bû.
Bi êrîşa Tirkîyê re ya heman salê ser herêmên Serêkanîyê û Girêspî, ev rê ser dirêjahiya 110 km di navbera navçeya Tiltemirê heta navçeya Eyn Îsa derket derveyî kar. Ne HSD û ne jî hêzên ser bi Tirkîyê ve kontrol ser wê rêyê heye. Niha ew bûye wek xeta cudakar di navbera herdu alîyan de.
Bi qasî 30 km, M4 ji bajarokê Erêma yê başûr rojavayê Minbicê heta bajarokê Ebû Zêdên yê başûr rojavayê bajarê Babê, ku bi ser parêzgeha Helebê ve ye, li jêr kontrola Tirkîyê û grûpên çekdar yên opozisyona Sûrîyê ye.
Ji wir heta Helebê, ku 30 km dike, rê êdî dikeve jêr kontrola rejîma Sûrî û mîlîşyanên Îranê ye.
Nexşeya kontrolê bo M5
Ev rê weke berdewamîya rêya M4 e û destpêka wê li parêzgeha Helebê ye. Ew bi navê rêya Heleb – Şam ya navnetweyî tê zanîn.
Ev rê bajarên sereke yên navxweyî li Sûrîyê mîna Heleb, Hema, Hums û Şama paytext bi hev ve girê dide.
Şîrovekarê leşkerî Ehmed Rehal dibêje ku rêya M5 gelek pirsgirêk li ser tune ne, lê ji bo hemû aliyên herêmî girîng e, bi taybet jî Tirkiyê ku dixwaze rêya xwe ya bejayî bigihîne welatên Kendavê.
“Derbarê riya M5 rewşa wê hinekî baş e, ji ber ku di jêr kontrola rejîma Esed û Rûsya de ye,” Rehal ji Dengê Amerîka re got. “Beşekî biçûk jê li başûrê Helebê nêzîkî herêmên opozisyonê ye, lê bi giştî rê vekirî ye. Girîngiya wê pir mezin e ji ber ku paytexta aborî ya Sûrîyê Heleb bi paytexta siyasî Şam vi girê dide, û ew rê digihêje Amman (paytexta Urdin) û Kendavê jî.”
Rehal, ku efserê berê yê artêşa Sûriyê bû, destnîşan dike ku pirsgirêkên mezin li ser rêya M4 hene, ji ber ku her hêzek li Sûrîyê beşekî ji wê rêyê kontrol dike û ti lihevhatin li ser çê nebûne.
“Du pirsgirêkên rêyê hene. Ya yekem ku beşek jê li jêr serwerîya Tirkiyê û girûpên opozisyonê yên girêdayî wê ye, ji Bab heta Helebê û ji Bab heta rojhilatê Feratê li Serêkaniyê,” Rehal da zanîn. “Lê pirsgirêka herî mezin ew e ku ji dergehê Tirimbê nêzî Seraqib heta nêzîkî herêma Dama li gundewarê Laziqiyê, jêr kontrola Cebhet El-Nusra yan jî El Qayîde ye.”
Rojnamevan Hoşeng Hesen dibêje ku girîngiya stratejîk ya M4 û M5 bûye sedem ku hêzên li Sûriyê dixwazin van rêyan bixin bin kontrola xwe.
“Ev parêzgehên Hesekê, Reqa, Heleb û Laziqiyê digihînin hev û heta sînorê Îraqê û nêzî sînorê Tirkiyê jî derbas dibe, ji ber van sedeam gelek hêzên li ser erdê dixwazin van riyan kontrol bikin,” Hesen got.
Peymanên dor herdu rêyan
Aliyên Tirkî û Rûsî gelek peyman li ser M4 û M5 îmze kiribûn, lê bê cîbicîkirin mabûn. Rêkeftina herî dawî jî li Moskowê di Adara 2020an de bû. Ew peyman ji bo avakirina korîdoreke ewle li ser rêya navneteweyî bi kûrahiya 6 kîlometre ji başûr û ji bakur hatibû îmzekirin.
Li gor wê peymanê, divê nobedarîyên hevbeş di navbera herdu welatan de pêk tên, ji bajarokê Terneba li rojavayê Seraqib bigire heta bi bajarokê Eyn el Hûr ku xala dawî li Îdlibê ji aliyê rojava ve li derdora gundewarê Laziqiyê ye.
Efserê berê û pisporê leşkerî Ehmed Rehal bawer dike ku Heyet Tehrîr Şam (HTŞ), anku Cebhet el Nusra, kelema sereke li pêş lihevhatinên navbera Tikîyê û Rûsîya li dor kontrolkirina rêya M4 ye.
“Rûsya û Tirkiyê hewl dan ku peymana dûrketina 6 km ji rê cîbicî bikin û nobedarîyên hevbeş li ser bimeşînin lê ew yek neçû serî, ji ber ku Colanî (rêberê HTŞ) dixwest xwe wekî berpirsê herêmê bide nîşandan û peyman di riya wî re çê bibin,” Rehal dîyar kir.
Rêyên M4 û M5 tevî hemû hewl û şerên kontrolkirina wan ji alîyên hêzên nakok li Sûrîyê, lê hîn weke rewşa Sûrîyê bi giştî di nava hêzên şerker re dabeşkirî ye. Tevî hemû şerên ku li dever çê bûne û berdewam dikin, ev rê bi piranî li ber bazirganîyê vekirî mane û tevger ranewestîya ye.