Êrîşên Tirkiyê Li Bakur Rojhilatê Sûriyê

Doh Şemiyê demjimêr 8:15 êvarê, balafirên leşkerî yên Tirkiyê 8 êrîş li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê pêk anîn, ji wana 5 êrîş li ser bajarê Dêrik û Tirbespiyê û 3 êrîş li Minbicê.

Di encama van êrîşan de stasyona petrolê ya Seyîda, stasyona elektirîkê ya li nêzî gundê Bana Şikeftê li bajarê Dêrikê, û stasiyoa Ewdê li başûrê bajarokê Tirbespiyê hatin rûxandin.

Li aliyekî din bi sedema êrîşa li ser xalên petrolê, stasyona Siwêdiyê ya elektirîkê ji kar derket û di encamê de elektirîk li gelek gund û navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa û bajarê Dêrikê qut bûye.

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê, êrîşên Tirkiyê şermezar kirin û bang li aliyên navdewletî kir ku li hember van êrîşan helwestên rêgirtinê nîşan bidin.

Di daxuyaniya xwe de, Rêveberiya Xweser bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî kir ku komîteyên lêgerîna rastiyan ji bo şopandin û belgekirina êrîşên Tirkiyê ava bike.

Di navbera 4 û 10ê Cotmeha îsal de, rêjeya herî bilind ya êrîşên Tirkiyê li ser herêmên bakur û rojhilatê Suriyê hat tomarkirin.

Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê roja Şemiyê ragihandibû, ku di du rojên borî de 12 leşkerên Tirkiyê di şer û pevçûnên li gel çekdarên PKKê li bakurê Îraqê (Herêma Kurdistanê) hatine kuştin.

Tirkiyê Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê bi PKKê ve girê dide û di encama êrîşên PKKê de ew êrîşan li herêmên Kurdên Sûriyê pêk tîne.