Rêveberiya Xweser Ya Kurdên Sûriyê Yasaya Terorê Der Dixe

Roja 9ê vê mehê malpera Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasaya Tewanên Terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aşkere kir.

Yasaya Terorê ji 20 xalan pêk tê, ku tê de pênaseya terorê, kiryarên terorîst, û cezayên girêdayî wê aşkere kirin.

Derbarî vê mijarê, hevserokê Encûmana Giştî ya Rêvebriya Xweser Ferîd Ettêli ser malpera Rêveberiya Xweser dibêje:

Di qanûnê de, 20 xalên girêdayî terorê, kiryarên terorîstî, komplo û her kesê ku rêxistinên terorê bi rê ve dibe, cih digirin.

Her wiha kesê ku li herêmên Rêveberiya Xweser karekî terorîstî bike, yan jî bibe alîkar ji di kiryarên terorîstî de, eger kiryara terorîstî bibe sedema kuştinê, ji 3 salan heya zindankirina hetahetayê tê cezakirin.

Ettê destnîşan dike ku reşpelka Qanûna Terorrê ji aliyê Desteya Dadê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat amadekirin, piştre radestî Desteya Giştî hate kirin.

Li gorî şopîneran, dê zagona terorê rê li pêş dadgehkirina bi hezaran Daişîyên Sûrî yên ku di şerê Baxozê de xwe radestkirin veke.

Hêjaye gotinê ye ku li zindanên rêvebirîya xweser bi hezaran Daişî girtî ne, ku ser dirêjahîya şerê Daişê û hejmara mezin di şerê Baxozê de xwe radestkirin.

Hin Paseportên Çekdarên Daişê

Lê li gorî mafnasan, zagon dê rê pêş dadgehkirina Daişîyên Sûrîveke, lê bi hezaran Daişîyên biyan ku ji 54 welatan in li zindanên herêma rêvebriîya xweser in çare nake.

Berpirsên rêvebirîya xweser dibêjin ku doseya Daişîyên biyanî pirsa civaka navnetweyî ye, ku ew paşguh dixe.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/ Zana Omer