Kurdên Sûriyê Piştî Sê Mirinên Ji Kolerayê Ji NY Alîkariyê Dixwazin

Vîrusa Kolera

Rêvebirîya Herema Xweser ya li bakur û rojhilata Sûrîyê doh Şemîyê ragihand ku got sê kes jiber nexweşîya kolera li heremê mirine.

Karbidestên saxlemîyê yên rêveberîyê dîyar kirin ku li eyaleta Reqa û gundewarê rojavayê eyalete Dêra Zorê hejmareke bilind ya pêkenînên nexweşîya kolera hatine tomar kirin.

Rêvebirîyê ser belavbûna kolera hişyarî dan û ji Neteweyên Yekbûyî (NY) bo rêgirtina li belavbûna vîrusê daxwaza alîkarîyê kirin.

Kolera bi gelemperî ji xwarin yan ji ava qirêj derbazî mirovan dibe û dibe sedema binçûn û vereşînê.

Nexweşî bi gelemperî li heremên niştecîhên ku tora kanalîzasyonê an jî ava vexwarinê ya serekî lê nin e belav bibe.

Rêvebirîya Kurd bang li sazîyên navneteweyî, bi taybetî Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO) kir ku piştgirîya pêwîst peyda bikin, jibo sînordarkirina belavbûna kolerayê.

Wezareta Saxlemîyê ya Sûrîyê di daxuyaniyekê de roja Şemîyê 15 li eyaleta Helebê 15 pêketinên nexweşîya kolera ragihand ku piranîya heremê di bin kontrola hikûmetê de ye.

Çavdêrîya Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) jî got ku nexweşî li beşên rojavayî yên Dêra Zorê belav bûye piştî ku desthilatên xwecihî dabînkirina klorê li stasyonên avê rawestandîye