Gelo kuştina serkirdeyê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrellah ji aliyê Îsraîlê ve li herêmên kurdên Sûrîyê çawa tê nirxandin?
Rêvevberîya Xweser bi rengekî fermî derbarê kuştina Nesrellah daxuyînanî ne da.
Partîyên di nava Rêveberîya Xweser de dibêjin ku ev nameyek bi hêz ya Îsraîlê ji bo Îranê bi xwe ye.
Telal Mihemed sekretêrê giştî yê partîya Aştîya Demoqratîk ku beşek ji rêveberîya xweser e, dibêje ev dê hebûna Îranê li Sûrîyê û Lubnanê lawaz bike.
"Bi kuştina Nesrellah wê rê pêş çareyên sîyasî bên vekirin çi li Sûrîyê be çi li Lubnanê be,"Mihemed got.
Lêkolînerên kurdên Sûrîyê di wê bawerîyê de ne ku rojhilata navîn bi kuştina Nesrellah derbasî qonaxek nû dibe.
Lazgîn Îbrahîm lêkolînerê Naveda Firat (NFL) dibêje ku Îsraîl wê Îranê li herêmê bêbandor bike.
"Îranê êdî lawaz dibe, û komên wê yên çekdar bê bandor dibin,"Îbrahîm got.
Li alîyekî din, hin navendên lêkolînan balê dişînin ser sê nûçeyên herî girting di rojekê de.
Di heman roja kuştina Hesen Nesrellah, bidawî anîna erkê koalisyona navnetweyî ya şerê Dijî Daişê ji bo 2025an hat ragihandin, di heman rojê de, Erebistana Saûdî kiwalisyonek navntweyî ji bo doza Filîstînê ser bingeha çara du dewlet hat ragihandin.
Lêkolînerê Navenda Rojava ya Lêkolînên stratîjîk (NRLS) Kurdîyar Dirêyî dibêje ev tê wateya ku pirojeya Îsarîlê li hemberî pirojeyên Îranî,û Tirkîyê edî biser dikeve.
"Pirojeyên Îranê û Tirkîyê li himberî ya Îsraîlê binketin,"Dirêyî got.
Kolana kurdên Sûrîyê jî bi wê nerînê ye ku lawazbûna Hizbullah û qelskirina bandora Îranê li Sûrîyê û Lubnanê, wê rê pêş çareya sîyasî li Rojhilata navîn vedike, bi taybetî pêş du dozên serekî wek ya Filîstînê û doza Kurdan.
Rojnamevan Ehmed Hîmo bawer dike ku niha Îranê wê mesacên dîyaloga bi welatên rojhilat re dewsa zimanê gefê bide pêş.
"Îranê wê zimanê dîyalogê dewsa gefê bide pêş," Hîmo got.
'Mihwera Berxwedanê' ew navê komên çekdar e, ku di nav wan de Hizbullah jî heye. Ew ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin û ji dema ku şer di navbera hevalbenda wan Hamas û Îsraîlê de di 7ê Cotmehê de derketiye, êrîşan li ser Îsraîlê dikin.
Kurdên Sûrîyê pêşbînî dikin ku bi lawazbûna Îranê û komên wê yên çekdar li rojhilata navîn rê ber çareyên sîyasî vekin, di nav de doza kurdan.
Your browser doesn’t support HTML5