Hevpeyvîneke Taybet Li Gel Hevseroka Encûmena Rêvbir Ya MSDê Îlham Ehmed  

Zana Omer and Ilham Ahmed

Di hevpeyvîneke taybet de ligel Dengê Amerîka, Îlham Ehmed, Seroka Desteya Rêvebir ya Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) rewşa dawî li Dêrazorê dinirxîne û dibêje helwesta Amerîka derbarê bûyeran erênî ye.

Ehmed dibêje niha şerê li Dêrazorê nema êdî ligel alîgirên fermandarê jikardûrxistî yê Meclîsa Dêrazorê ya Leşkerî ye, lê belê ligel mîlîşyayên ser bi Îran û rejîma Sûrî ye.

Di berdewmanîya hevpeyvînê de, Siyasetmedara Kurd behsa xwepêşandanên dijî rejîma Sûrî li Sweydayê dike, ligel çend mijarên din yên rojevê.

Helwesta Amerîka erênî ye

Seroka Encûmana rêvebir ya MSDê helwesta Amerîka derbarê bûyerên li Dêrazorê erênî nirxand û got "helewsta Amerîka li vir cidî ye. Pêwîste di vî alî de kurtir were fêmkirin."

Sîyasetmedara Kurd bal kişand ser rewşa Dêrazorê, anî ziman ku li gel wan agahîyên zelal hene û "rewşa li wir diqewime ne xelkê Dêrê bi xwe ne. Helesta Amerîka di cih de ye û em rast dibînin" .

Li Dêrazorê çi diqewime?

Berpirsa MSDê eşkere dike ku guhertinên navxweyî yên HSDê li Dêrazorê û rakirina fermandarê Meclisa Dêrazorê ya leşerkî piştî gilî û gazinên xelkên herêma Dêrazorê bûn.

Li gorî MSDê û Encûmana Sivîl ya Dêrazorê, fermandarê ku ji kar hatî rakirin destêwerdan di karê Meclisa sivîl de dikir.

Rêjîma Sûrîyê û Îranê li gorî MSDê destêwerdan kirin, û şer ne bi alîgirên Ebû Xewla re ye.

"Rêjîm û girûpên girêdayî wê û Îranê midaxeleya rewşê kirine, destêwerdan li ser kirine. "

Sîyasetmedara kurd eşkere kir ku tevgerek leşkerî ya milîsên girêdayî Rêjîma Sûrîyê û Îranê li rojhilatê Firatê derket holê.

Li gorî MSDê, dîmenên derbasûbna çekdarên Rêjîmê ji bo rojhilatê çemê Firatê rast in.
Ehmed eşkere kir ku dronên çavdêrîyê yên Amerîkî jî ew tevgera leşkerî ya rêjîm û Îranê şopand.

"Ew dîmenên ku bi vî şêwazî derdikevin rast in, û dronên Amerîkiyan û koalisyonê bi xwe jî li ser wê xeta sînor digerin û dibînin ku çawa girûp derbas dibin."

MSDê bawer dike ku tevgera leşkerî ya rêjîm û Îranê li deverên HSDê û koalsiyonê bihêz hebûna HSDê û koalisyonê armanc dike.

Xwepêşandanên li Sweydayê

Îlham Ehmed di berdewamîya axaftina xwe de bal kişand ser xwepêşandanên li Sweydayê û tekezî li ser pişgirîya MSDê bo Sweydayê kir.

"MSDê piştgirî da, û ji berê da jî, ne tenê Sweyda, bi giştî di Sûriyayê de ji bo rewşa gelê Sûrî baş bibe û ji bo ku guhertin çê bibe, ji bo rewşa bêmafî ji holê rabe."

Ehmed got ku têkilîyên MSDê bi xelkê Sweydayê re hene û "Gelê Sweydayê dikare xwe birêve bibe".

Rêveberîya Xweser û Doseya Koçberan

Sîyasetmedara kurd bal kişand ser insîyatîva Rêveberîya xweser ji bo çareya sîyasî li Sûrîyê, bi taybetî çareseriya doseya koçberên Sûrîyê.

"Eger Neteweyên Yekbûyî bi Rêveberiya Xweser re peymanekê îmze bikin, ez bawer dikim wê ev pirsgirêk çareser bibe."

Rêvebira MSDê bal kişand ser doseya rêgirtina li bazirganîya madeyên hişbir li Sûrîyê.

"Rêveberiya Xweser îmkan û derfet hene, bi taybet di aliyê rêgirtina li Kiptagonê de," Ehmed got.

ji bo guhdarîkirina li dirêjiya hevpeyvînê vîdyoya jêrîn veke

Your browser doesn’t support HTML5

Îlham Ahmed Ser Rewşa Dêrezorê Agahîyên Balkêş Dide