Erka Koalîsyonê Çawa li Bakur Rojhilatê Sûrîyê Tê Nirxandin?

Daxuyanîyeke hevbeş ya Amerîka û Îraqê roja Înê ragihand ku erka Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞê di dawiya Îlona 2025an de li Îraqê bidawî dibe û heta Îlona 2026an dê li Sûrîyê berdewam be.

Hin çavdêr dîyar dikin ku jiber rewşa şer û girjîya li Rojhilata Navîn heyî pêkan e ku ev lihevkirina Bexda û Washingtonê neçe serî û guhertin heta dema bicîhanîna wê çêbibin.

Di vê derbarê de rojnamevan û çavdêrê sîyasî Ebdulhelîm Silamên dîyar dike ku "Rûsya, Îran, Tirkîye û Rejîma Sûrî ku alîyên rêçika Astana ne ji hebûna Amerîka li Bakur Rojhilatê Sûrîyê nerazî ne û dixwazin wê derxînin".

Ew herwiha bawer dike ku hebûna Amerîka li herêmên Kurdan mijareke stratejîk e jibo wê, çi li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê yan li herêma Kurdistana Îraqê.

Ebdulhelîm Silêman

"Hebûna Amerîka li vê deverê jibo berjewendîyên wê yên stratejî gelek girîng e, herwiha dever beşek ji ewlekarîya wê ya stratejîk, loma di bawerîya min de ev vekişîn bi hêsanî çênabe", Silêman got.

Tê zanîn ku destêwerdana Koalîsyonê bi serkêşîya Amerîka li Sûrîyê sala 2014an çêbibû, wê çaxê Koalîsyonê piştgirîya ezmanî dabû hêzên Kurdî di şerê Kobanîyê yê li dijî DAIŞê de.

Bi demê re ew piştgirî veguherî hebûna meydanî li ser erdê û hevkarî li gel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku di encama vê hevkarîyê de HSDê û Koalîsyonê di sala 2019an de kanîbûn DAIŞê li Baxozê têk bibin.

Metirsîya DAIŞê bi têkçûna wê li Baxozê dawî nebûye ku fermandarên HSDê herwiha yên Koalîsyonê û CENTCOMê jî, pirî caran hişyarîya jinûve zindîbûna DAIŞê didin.

Herwiha li gor daneyên fermî hîn nêzî 10 hezar çekdarên DAIŞê di zindanên HSDê de girtî ne, herwiha bi deh hezaran kes ji malbatên DAIŞê jin û zarok li her du kampên Hol û Roj jî dimînin.

Rêvebira di Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê de Emîne Omer derbarê lihevkirina Amerîka û Îraqê ya bidawîbûna erka koalîsyonê li Sûrîyê jî dibêje ku "Pir metirsî û pirsgirêk hene divê bên çareser kirin berî ku Koalîsyon ji herêmê vekişe".

Omer pêşniyar dike ku şêwazê erka Koalîsyonê dikare were guhertin û bikeve çarçovayên şêwirmendîyê û locestîkî herwiha piştgirîya mirovahî.

Emîne Omer

"Di rewşa heyî de em naxwazin Amerîka û Koalîsyon xwe vekişînin, hîn metirsîyên ewlekarî hene, çareserîya sîyasî çênebûye, herwiha danpêdana bi Rêvebirîya Xweser jî. loma jî di vê rewşa hestîyar de berî çareserîya van mijaran divê hevkarî berdewam bike", Omer got.

Hêjayî gotinê ye ku nêzî 900 leşkerên Amerîka li Bakur Rojhilatê Sûrîyê di nava hêzên Koalîsyonê de hene ku li çend bingehan hebûna wan dom dike û bi Hêzên Sûrîya Demokratîk HSDê re di nava operasyon û rahênanên leşkerî de ne.

Derbarê biryara dawîbûna erka Koalîsyonê de, HSDê ta dema amadekirina vê raportê ti helwestên fermî nedane.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Newroz Reşo