Wezareta berevanê ya Sûrîyê bi daxuyanîyekê ragihand ku Îsraîlê ji alîyê Girên Golanê ve êrîşeke rokêtan pêk anîye û hin xalên nêzî Şama peaytext kirine armanc.
Wezaretê got ku di êrîşa Îsraîlê de ti zarara canî çênebûye, “berevanîya esmanî ya Sûrîyê piranîya roketan xistine xwarê û êrîş hatiye pûçkirin.”
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) ragihand ku Îsraîlê xalên mîlîtanên bi piştgirîya Îranê li nêzî Seyîda Zeyneb li gundewarê Şamê kiriye armanc.
"Du şervanên Sûrî yên ku bo Hizbullahê kar dikirin hatin kuştin û heft şervanên din jî birîndar bûn," Serokê SOHR’ê Ramî Ebdulrehman got
Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyê di 2011’an ve, Îsraîlê dijî cîrana xwe ya bakur bi sedan êrîşên esmanî pêk anîne, ku di serî de hêzên Îran piştgiriya wan dike û çekdarên Hizbullaha Libnanî û herwiha çeperên artêşa Sûrîyê kirine armanc.
Lê, ji dema ku şerê wê yê bi Hamasê re di meha Cotmehê de destpê kiriye, Îsraîlê êrîşên xwe zêde kirine.
Koma çekdar Hamasê sala borî ragihandibû ku wê têkilîyên xwe yên bi hikûmeta Sûrîyê re jinûve dane destpêkirin.
Jêder: Reueters, AFP