Li jêr bombebarankirina koalisyona bi serkêşiya Amerîka û firokên şer yên Rûsyayê, diyar dike ku rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ya tundrê liber xwe dide jibo rêvebirina bajarê Reqa yê girîng.
Li gorî çalakvanên xwecihî û raportên medyayê, DAIŞ gelek gavan davêje da ku Reqa li jêr kontrola xwe bihêle.
Li gorî çalakvanên xwecihî û raportên medyayê, DAIŞ gelek gavan davêje da ku Reqa li jêr kontrola xwe bihêle. Bajarê ku dora 400 hezar kes lê dijîn, destpêka sala borî kete jêr destên mîlîtanên DAIŞ. Ew nuha êdî wekî paytexta rêxistina terorîst tê zanîn.
Di nav çend hefteyên dawî de, DAIŞ bi awayekî berçav hebûna xwe li kolanên Raqa zêde kiriye. Mîlîtanên DAIŞ vê dawiyê leşkeriya neçarî li xûrtên 14 salî û mezintir ferz kiriye.
Dema ku DAIŞ cara yekê Reqa kontrol kir, wê xizmet û alîkarî pêşkêşî xelkên bajêr dikir da ku piştgiriya wan wergire.
Lê belê, raport dibêjin ku DAIŞ nema dikare van xizmetan bi heman şêweyî pêşkêş bike. Av û elektrîk tenê çend demjimêran her rojê peyda dibin. Li ser malperên medyaya civakî, wêneyên gilêş û gemarê li kolanan kom bûne, belav in.
Dora çar hefteyan piştî ku kempeyna Rûsya ya esmanî li Sûriyê destpê kiriye, xuya dibe ku Mosko êdî bêtir balê dikişîne ser armanckirina DAIŞ, li şûna komên opozisyonê
Dora çar hefteyan piştî ku kempeyna Rûsya ya esmanî li Sûriyê destpê kiriye, xuya dibe ku Mosko êdî bêtir balê dikişîne ser armanckirina DAIŞ, li şûna komên opozisyonê.
Çalakvanê Kurd Misfeta Ebdî ji Dengê Amerîka re got, “êrîşên esmanî yên Rûsya di du hefteyên dawî de bêtir DAIŞ li Reqa dikin armanc. Vê yekê jî hiştiye ku koalisyona bi serkêşiya Amerîka kempeyna xwe li dijî DAIŞ li Reqayê tundtir bike.”
Xuya dike ku van êrîşan ziyan gihandine aborîya DAIŞê li Reqayê, ligel revîna gelek rûniştvanan ji bajêr. Herwiha, rûniştvanên xwecihî ji desthilatdariya DAIŞ êdî bêzar bûne.
Mistefa Ebdî yê ku ji nêzîk ve çalakiyên DAIŞê dişopîne, dibêje “ku endamên DAIŞ nema wekî berê jê razî ne. Wan berê 400 dolar bi awayekî mehane werdigirtin. Lê nuha tenê 50 dolar digihêje wan.”
Ji pêvî wisa jî, DAIŞ rê li ber bijîşkan digire ku ji Reqa derkevin. Li gorî rêxistina
DAIŞ rê li ber bijîşkan digire ku ji Reqa derkevin
Reqa bi Bêdengî Tê Kuştin, gelek bijîşk li nexweşxaneya niştimanî nema ne. Li wê nexweşxaneyê, DAIŞ çekdarên xwe yên birîndar derman dike.
Rêxistina ku çalakiyên DAIŞ dişopîne, di raporteke xwe de got, “DAIŞ soz daye ku destê xwe deyîne ser mal û milkên wan bijîşkên ku ji Reqa birevin. Gelek kêmanî di warê jimara bijîşkan û dermanan de li cem DAIŞ çê bûne. Ev jî di encama êrîşên zêde yên koalisyonê de ye.”
Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG), bi piştgiriya hêzên koalisyonê, bajarokê Girê Spî ji DAIŞê Hezîrana borî rizgar kirin, aboriya DAIŞ rastî ziyaneke mezin hat.
Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG), bi piştgiriya hêzên koalisyonê, bajarokê Girê Spî ji DAIŞê Hezîrana borî rizgar kirin, aboriya DAIŞ rastî ziyaneke mezin hat.
Girê Spî ku kêmî du demjimêran bi trimbêlê dûrî Reqa ye, dergeheke sereke jibo DAIŞ ligel Tirkiyê bû.
Xelkên wê deverê li herdu aliyên sînor dibêjin, ew xala sînor wekî dergeh jibo derbaskirina çekdarên biyan li nav refên DAIŞê dihat bikaranîn. Jêderên xwecihî jî didin zanîn ku DAIŞ riya di navbera Girê Spî û Reqa de bikar tanîn da ku petrola sade bi riya bazara reş derbasî Tirkiyê bikin. Lê nuha ew yek jî hatiye rawestandin.
Aborîzanê Kurd Xorşîd Elîka ji Dengê Amerîka re dibêje, “DAIŞ her bermîleke petrolê bi 20 dolaran difirot bazirganên Tirk. Wan helbet bi erzanî difirot.”
Aborîzanê Kurd Xorşîd Elîka ji Dengê Amerîka re dibêje, “DAIŞ her bermîleke petrolê bi 20 dolaran difirot bazirganên Tirk. Wan helbet bi erzanî difirot.”
Birêz Elîka ku nuha li Almanyayê dijî herwiha got, “nuha gelekî zehmetir e ku DAIŞ nefta xwe bifiroşe Tirkan, jiber ku kêmtir xalên sînor di dest wan de ne.”
Dawiya meha borî, firokên koalisyonê makîneyên paqijkirina petrolê yên DAIŞ kirin armanc. Bêyî hebûna dahatên petrolê, DAIŞ nuha bacên zêde ji xelkê distîne da ku hinek pereyên zêde bidest bixîne.
Li vê dema ku karîna rêvebirina DAIŞ li Reqa qels dibe, hêzeke nû ya ji Kurd û Ereban pêk tê, xwe amade dike da ku êrîşî DAIŞ li Reqa bike.
Hêza ku bi navê Hêzên Sûriya Demokrat ji aliyê Amerîka ve tên piştgirtin.
Berî du hefteyan firokên koalisyonê hinek çek ş alîkarî ji van şervanan re avêtin da ku pê şerê DAIŞ bikin.
Çalakvan Mistefa Ebdî got, ewê operasyoneke berfireh nêzîk çê bibe.
Çalakvan Mistefa Ebdî got, ewê operasyoneke berfireh nêzîk çê bibe.
Hinek fermandarên YPG jî vê yekê dibêjin. Doh Pêncşemê jî, grûpa bi navê Thuwar al-Raqa (Şoreşgerên Reqayê) vîdyoyek belav kir, tê de ji raya giştî re ragihand ku operaysyona azadkirina Reqayê dê nêzîk were ragihandin.