Li gorî amarên fermî yên rêveberîya kampa Holê ku Dengê Amerîka bi bidestxist, ji destpêka sala 2023an ta meha 11an a 2023an, 827 malabtên Îraqî ji kampa Holê bo kampa El-Cedaa ya Îraqî hatin veguesgtin.
Li gorî agahîyên ku Dengê Amerîka bidest xistin, amadekarîya derxistina 150 malabtên din bi dawî hat û dê berî sala nû werin derxistin.
Li gorî van amaran, li ser 13 geştên derxistinê, hejmara giştî ya malbatên Îraqî yên di sala 2023an ji kampa Holê derketin wê bighêje 977 malbatan ku hejmara kesan dighêje derodora 7,500. Pirranîya wan jin û zarok in.
Pirojeya derxistina malbatên Daişê yên Îraqî ji kampa Holê ji sala 2021 an destpê kir.
ji Gulana sala 2021 an heya dawîya 2023an ser 13 geşt , 1885 malabtên Îraqî derketin.
Li gorî rêveberîya kampa Holê ku ji Dengê Amerîka re eşkere kir, 6,400 malbatên Îraqî ku 22 000 kes in li kampê mane. Bêtirî nêvîkî wanzarok in, temenên wan di navbera salek û 17 salan de ne.
Rêveberîya xweser rexneyan li hikûmeta Îraqê dike ku tevgera vegirandinê ne di asta pêwîst de ye.
Şêxmûs Ehmed rêveberê nivîsgeha kampên bakur û Rojhilatê Sûrîyê ji Dengê Amerîka re dibêje ku ser dirêjahîya 3salan 50% ji Îraqîyên kampa Holê hatine vegerandin.
"Pêwîst e, hikûmeta Îraqê geştên derxistinê zêde bike," Şêxmûs Ehmed got.
Kurdên Sûrîyê bawer dikin ku sedemên cûda yên ewlekarî û sîyasî dibin kelem pêş derengxistina derxistina Îraqîyên kampa Holê.
Şopîner Hoşeng Hesen dibêje ku hin sedemên sîyasî girêdayî rewşa navxwe ya Îraqê hene weke têkilîya hikûmeta Îraqê bi rêjîma Sûrîyê û Îranê re.
"Hikûmeta Îraqî bi têkilîyên xwe li gel HSD hişîyare ku neghêje asta ku Îran û rêjîma Sûrîyê aciz bike," Hesen got.
Îraqîyên ku ji kampa Holê li Sûrîyê têne derxistin, Hikûmeta Îraqî wan li Kampa el-Cedaa li parêzgeha Newnewayê bicî dike.
Peymanêrê Dengê Amerîka li Duhoka herêma Kurdistana Îraqê Kawa Omer dibêje ku malbatên ku dighêjin kampa el-Cedaa ser dirêjahîya 2 meha jinûve tên perwerdekirin, heger ji ramanên Daişê yên radîkal rizgar bin ber bi herêmên xwe yên resen ve serbest tên berdan.
Lê, li gor ku Omer ji nêzîk ve peywendî bi wan re kir, li Mûsilê hejmarek ji qurbanîyên ser destê Rêxistina terrorîst Daişê ji vegerandina malbatên çekdarên Daişê ne razî ne."
Li gorî wan jêderên nava kampê de, li kampa Holê hejmarek ji malbatên Daişê yên Îrqaî bi xwe naxwazin vegerin Îraqê û sedemên sereke jî ew in tirsa tolhildana mezhebî û wêranbûna cih û warên wan.
Rêveberîya xweser tekezî ser peymana vegerandina malbatên Îraqî li gel hikûmeta Îraqê dike. Dibêje ew amade ye vê doseyê li gel hikûmeta Îraqê çareser bike.
Your browser doesn’t support HTML5