Roja Înê desteya pêwendiyên derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkerekir ku wan 17 kes ji malbatên Daişê ku li kampeke li bakurê rojhilatê Sûriyê bûn, radestî rayedarên Australya kirin.
Rojnameya Australî ya “The Daily Morning Herald” ragihand ku 4 jin û 13 zarok ji malbatên endamên DAIŞê yên ku li kampa Roj li bakurê rojhilatê Sûriyê bûn, roja pênçşemê ji bo Hewlêrê li Herêma Kurdistanê hatin veguhestin û bo Australya hatin şandin.
Li gorî heman jêderê, wê sibeha Şemiyê bigihin Sydney ya paytext.
Ev beşê duyemîn e ku ji aliyê rayedarên Australya ve tê veguhestin, ji dema têkçûna Daişê di Adara 2019an de.
Di 3ê Cotmehê de, hikûmeta Australîya planek da destpêkirin ji bo vegerandina bi dehan jin û zarokên Australî ji malbatên DAIŞê yên ku li kampên bakurê rojhilatê Sûriyê ne.
Li gorî pilana hikûmeta Australî dê 16 jin û 42 zarok werin vegerandin welatê xwe.
Şopîner bawerdikin ku rêveberîya xweser li Sûrîyê bi alîkarîya koalisyona navnetweyî karîbûn di doseya vegerandina malpatên Daişê yên biyanî de pêşketinekê çêkin.
Rojnamevan Hejar Elseyîd dibêje ku heger tevgera vegerandina malpatên Daişê yên biyanî di vê astê de bimîne dê kampa Roj di sala 2023 an de vala bibe.
Hêjayî gotinê ye ku li kampa Roj ji 62 dewletan 727 malbatên DAIŞê dimînin ku bi giştî 2310 kes in û 68% ji wan zarok in.
Her wiha li kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê dikeve 64 hezar kesên malbatên Daişê lê hatin bicihkirin ku nêzî 9 hezaran ji 56 welatan e.
Ev herdû kamp li deverên rêveberîya xweser li Sûrîyê ne, û çendîn car e rêveberîya xweser dibêje ev kamp weke mayîneke ber teqînê ye. Her wisa kualisyona navnetweyî tekez dike ku çare li herdû kampan ne tenê ewlehî ye.
Hêjaye bibîrxistinê di adara 2019 an di encama şerê dijî rêxistina terrorist Daişê li Baxozê de bi hezaran jin û zarok malbatên Daişê xwe radestî HSD kirin, her wisa bi hezaran çekdarên Daişê jî xwe radest kirin,
Jin û zarok hatin veguhestin kampên Roj û Hol, û çekdarên xweradestkirî li 27 girtîgehan li herêmên kurdên Sûrîyê hatin girtin.
Hêjaye bibîrxistinê ye ku Tîrmeha borî, Neteweyên Yekbûyî bang li hikûmeta Australya kir ku welatiyên xwe ji kampên li bakurê rojhilatê Sûriyê vegerîne, ew bang hat piştî kuştina zarokekî ji malpatên Australî li Hesekê di encama êrîşa şaneyên Daişê ser girtîgeha Sîna li Hesekê di destpêka vê salê de. Di wê êrîşê de ew zarok birîndarbû, û di Tîrmehê de jiyna xwe ji dest da.
Your browser doesn’t support HTML5