Di roja Înê de fermendarê giştî yê Feyleq El- Qudis Qasim Sulêmanî li Bexdayê di êrîşek Amerîkî de hate kuştin. Ev bûyera bandorek mezin li herêmê kiriye û bûyê cihê gifûgo û pirsînê. Gelo wê encamên vê bûyerê çawa bin li ser herêmê û bi taybetî Sûriyê û Îraqê?
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Serdar Mele Derwîş, rêvebirê Tora Aso ya Nûçeyan re kir, di derbarî karvedana kuştina Qasim Sulêmanî li ser rewşa Sûriyê û şerê wê, ji ber rola Sulêmanî ya girîng di Sûriyê de û piştevaniya wî ji rêjîma Beşar El-Esed re.
Di serî de birêz Sedar got ku ev bûyera kuştina Sulêmanî, nîşanek mezin bû ji hêza Amerîka re û ya din jî rêgirtina li pêş Îranê û destwerdana wê di herêmê de bi taybetî di Îraq û Sûriyê de.
Ji aliyekî din ve jî wî anî ziman ku ev bûyer wê derfetek nû bide miletên herêmê ku xwe ji kontrola Îranê û destwerdana wê di karûbarê van miletan de rizgar bikin û ji nav wan Kurdên Sûriyê û yên Îraqê jî.
Your browser doesn’t support HTML5