SOHR: Artêşa Sûriyê 9 Sivîlan Li Idlibê Dikuje

Serhildêrên Heyat Tehrîr el-Şam li nêzî basan, li derveyî gundên el-Foua û Kefraya yên parêzgeha Idlibê têne dîtin (Arşîf)

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) îro Şemîyê ragihand ku li gundê Qoqfîn li herema Çiyayê Cebel El-Zawiyê ya rojavayê parêzgeha Îdlibê, ji ber bomberan hêzên hikûmeta Sûrîyê neh sivîl hatine kuştin.

SOHR dîyar kir ku di bombebarankirina bejayî ji alîyê ‘hêzên rejîmê ve’ komeke sivîl dema ku wan li gundê Qoqfîn ku zeytûn berhev dikirin, bûn armanc.

Rexistinê da zanîn ku di encama bomberankirinê da neh sivîl hatine kuştin ku ji wan yek jin e û şeş jî zarok in. Herwiha gelek kesên din jî birîndar bûne û rewşa hinekan giran e, SOHRê got.

Heyet Tehrîr el-Şam (HTS), ku ji alîyê baskê Sûrîyê yê berê yê El-Qaîde ve tê birêvebirin, beşên parêzgeha Îdlibê û beşên cîran yên parêzgehên Heleb, Hemayê û Lazkîyê kontrol dike.

HTŞ ji alîyê Şamê ve û herwiha ji aliyê Amerîka û Neteweyên Yekbûyî (NY) ve weke komeke terorîst tê dîtin.

SOHRê bal kişand ku berîya ev bomberana îro pêk bihê, li heremê topbaran û pevçûn berdewam bûn û herwiha HTŞ jî piştî êrîşa kujer heremên nêzîk yên di bin kontrola rejîmê da bi tundî bombebaran kirin.

Şerê navxweyî ya li Sûrîyê piştî ku Serok Beşar Esad xwepêşandanên aştiyane yên dijî hikûmetê di 2011an da têk birin, destpê kir.

Li Sûrîyê jiber pevçûnên navxweyî zêdetirî nîv mîlyon mirov hatin kuştin û bi mîlyonan kes koçber bûn, piştî ku welat ket nav şerekî wêranker ku tê da artêşên biyanî, milîs û cîhadî hene.

Li gor SOHRê, hêzên hikûmeta Sûrî êrîşên xwe li ser asêgeha Îdlîbê zêde kirine, piştî êrîşekê ser akademîyeke leşkerî ya li Himsê ku di destpêka meha borî da gelek kes hatin kuştin. Ew êrîş ji destpêka şer ve wek yek ji êrîşên herî kûjer yên dijî hêzên hikûmetê tê hesibandin.

Jêder: AFP