HSD 900 Endamên Daişê Yên Sûrî Azad Berdan

Dadgeha Qamişlo

Roja 25 vê mehê , Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nêzî 900kesên ku bitewana endametiya Daişêhatibûn girtin, serbest berdan.

Li gorî dezgeheke nêzîkî HSDê piraniya girtiyan ji herêmên Dêrazorê ne.

Li gorî daxiwyaniyeke HSDê beriya niha, ''piştî lêkolîn bi dawî hatin û hat tekezkirin ku kesên Sûrî yên tevlî Daişê bûne, heke destê wan di xwînrijandina Sûriyan de tunebe û ti sûcênkûştinê nekiribin serbest têne berdan''.

Li aliyekî din HSD lîsteyek bi navên kesên ku hatine berdan, ji bilî weşandina navên şêx û navdarên ku kefalata berdana wan kirine, belav kiriye.

Çavdêr Dilbirîn Xelo diyar dike ku ev ne koma yekê ku endamên Daişê Yên Sûrî tên berdan.

Ew dibêje: ''Di 15 Oktobera 2020an de 631 girtî bi destpêşxêriya Meclisa Sûriya Demokratîk hatin berdan ji hêla HSDê ve û ev koma dûyem e tê berdan''.

Hêjaye bibîranînê ye ku di 10-10-2020 an de Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser biryara efû ya giştî ji bo serbestberdana girtiyên Sûrî yên bi tewana endametiya Daişê hatine girtin ku ji aliyê MSDê ve hat pêşkêş kirin, erê kiribû.

Li gorî biryara di jêr hejmara 5an de, çi kesên Sûrî yên tevlî Daişê bûne heke tewanên giran nekiribin dê cezayên wan dakevin kêmî nêvî, û yên ti tewan li ser wan tune bin dê serbest werin berdan.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Zana Omer